Greva birçîbûnê ya li Marsîlyayê dewam dike

Greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê li bajarê Marsîlya yê Fransayê dest pê kir, dewam dike.

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekkirina greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Çalakger her sibehê tên meydana li ber Walîtiya Marsîlyayê, kon vedidin û heta êvarê çalakiya xwe li vir didomînin. Ji bo armanc û daxwazên çalakiyê ragihînin jî, dowîz û pankartan li derdora kon dadiliqînin.

Kurdistaniyan her wiha kolana li pêşberî walîtiyê bi alên PKK'ê û flamayên Ocalan xemilandin. Di belavokan de li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan agahiyan didin. Her roj bi dehan Kurdistanî serdana konê çalakiyê dikin. Hunermendên TEV-ÇAND Marsîlyayê jî piştgiriyê didin çalakgeran.

Kerem Solhan ku ji bajarê Dragûîgnanê tevlî çalakiyê bûye anî ziman, ji bo li ber zilma dewleta Tirk rabe ew ketiye greva birçîbûnê.

Ji çalakgeran Çîgdem Erzûrûm jî bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku li hev bicivin û li ber xwe bidin.

Greva birçîbûnê ya li Marsîlyayê wê îro bi koma sêyemîn bidome.