Greva birçîbûnê ya li Hîldesheîmê di roja 2’an de ye

Greva birçîbûnê ya li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 2’an de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 2’an de ye.

Di grevê de semînerek bi mijara ‘Şideta li ser jinê polîtîk e’ hate lidarxistin.

Di semînerê de parlemetera berê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk û Hakîme Yûsûf axivîn. Qisekeran çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Giştî ya KCD û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Amedê di roja 27’an de ye silav kirin.

Hakîme Yûsûf bibîr xist ku Guven da nîşandan ku qêrîna li zindanan nayê bêdengkirin û got: “Ji bo bilindkirina berxwedanaê dibin deng.”

Piştî axaftinan semîner bi dawî bû.