Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû gef li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka wê Pervîn Bûldan xwaribû û gotibû, "Êdî mafê we yê jiyanê nîne. Ez nehêlim ku li wî gundî kevir li ser kevir bimîne." HDP'ê ji ber van gefên Soylû giliyê wî kir. Suleyman Soylû beriya hilbijartinê jî gelek caran gef xwaribû. Ji ber ku demeke kin heman piştî hilbijartinê gef li Bûldan xwar, vê yekê di nava civakê de rê li ber tirs û fikaran vekir. Zanyara Ziman Necmiye Alpay û parêzer Eren Keskîn li ser gotinên Soylû ji ajansa me re axivîn.
'SOYLÛ ESAT OKTAY YILDIRAN ANÎ BÎRA MIN'
Keskîn diyar kir ku dema gotinên Soylû bihîst, welê lê hatiye ku mîna gotinên Esat Oktay Yildiran bihîstiye û got, "Gotinên wî yên li Girtîgeha Amedê kir, hatin bîra min." Keskîn bi bîr xist ku AKP'ê di demê destpêk û navîn ên desthilatdariya xwe de gotibû ku serdema bi navê Esat Oktay Yildiran, Mehmet Agar û Tansû Çîller dihate naskirin wê biqede û got, "Navê 'Torosên Spî' li wê demê hatibû kirin. Xuya ye hêzên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, bi nêrîna serdema Yildiran, Agar û Çîller re ketine nava tifaqê. Bi dîtina min, daxuyaniya Soylû jî bilêvkirina vê tifaqê ye."
MEJIYÊ SOYLÛ MEJIYEK E KU MAFÊ JIYANÊ NAS NAKE
Li ser bandora gotinên Suleyman Soylû li ser civakê Keskîn got, "Eger mirovekî ji rêzê ev gotin anîbûya ziman wê ewqasî bandor nekiribûya. Lê belê ji ber ku wezîrê karên hundir van gotinan dibêje, civak ji hev qut dibe û li ber hev radibe. Gotinên bi vî rengî dikarin rê li ber şerê navxweyî jî vekin. Heta niha ti wezîrekî karên hundir cesaret nekirin ku gotinên bi vî rengî bînin ser ziman. Lewma gotinên gelekî tirsnak û faşîzan in. Tevî hemû cezayên girtîgehê yên hatine birîn jî ez nafikirim ku ji Tirkiyeyê biçim, lê belê li erdnîgariyeke li gorî dilê Suleyman Soylû kes nikare bijî. Mejiyê wî mejiyekî welê ye ku mafê jiyanê nade kesî."
DIVÊ MEKANÎZMAYA EDALETÊ Û SIYASÎ LI DIJÎ TEHDÎTAN BIXEBITE
Zanyara Ziman Necmiye Alpay jî got, "Em welatî, kêm zêde zanin ku wezîfedarên dewletê divê bi kîjan erk û berpirsyariyan tevbigerin."
Alpay got, "Hem di nava hiqûqê û qanûnan de hem jî di hişê civakê de sînorên erk û wezîfeyan hene ku hatine destnîşankirin. Çi hilbijartî çi jî tayinkirî, eger wezîfedarek zêdegaviyê bike û sînorên erka xwe derbas bike, ji aliyekî ve divê otorîteyên siyasî nerazîbûnê nîşan bidin, li aliyê din jî mekanîzmaya edaletê bikeve nava liv û tevgerê û erka kontrolkirinê bi cih bîne."
'PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE'
Alpay di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev yek pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêka mayindebûnê nîne, pirsgirêka rêvebirinê ye. Alpay got, "Weke civakê, ya em ê li ser bingeha demokratîk rêveberiya mutabaqatê ava bikin, ya jî tiştên ku bi serê civakên ku naxwazim navên wan bilêv bikim, wê bên serê me jî.
Alpay da xuyakirin ku divê civak tevlî pêvajoya biryardanê bê kirin û got, eger ev neyê kirin, wê hêz û beşên cuda yên civakê her tim li provokasyonên bi vî rengî vekirî bin.