Piştî serokê Filîstînê Yaser Erefat jiyana xwe ji dest da, gumanên ku bi jehrê hatiye kuştin zêde bûn û li ser serlêdanên ku hatin kirin gora Erefat hat vekirin. Pisporên navnetewî dest bi lêkolînan kirin.
Ligorî nûçeya AFP’ê kar û barên kolanê vê sibê di demjimêr 05.00’an de destpê kiriye. Hate hînbûn ku pisporên Rûs, Swîsre û Fransayê jî li ser gora Erefat ya ku li biryargeha Muakatta ya rêveberiya Filîstîn a Ramalahayê bû, dê lêkolînan bikin.
Miftiyên Kudusê Muhammed Huseyîn diyar kir ku, dema gor hatiye vekirin ew jî amade bû. Huseyîn ji AFP’ê re axivî û got; hewce bû ez jî hebûma li wir. Dozgerên Fransayê jî li Ramallahê bûn.
Tê payîn ku, gora wî îro dîsa bê girtin. Pisporên Navnetewî bersivê didin îdiaya ku Erefat ji polonyumê jehrî bûye. Di belgefîlmekî ku di meha tîrmehê de hat nîşan dan de tê gotin ku Yaser Erefat di 11’ê mijdara 2004’an de li nexweşxaneyeke leşkerî Percy ya Parîsê jiyana xwe ji dest daye. Lê agahiyên derbarê mirina wî de her tim bû mijara nîqaşê.
Televîzyona El Cezîre di belgefîlma di 3’ê tîrmehê de weşan de diyar kir ku, li ser amûrên Erefat bi rêjeyeke mezin polonyum hatiye dîtin. Midûrê estutiya ku lêkolîn kir Dr Francoîs Bochud jî gotibû ku ez dikarim piştrast bikim ku li ser amûrên Erefat bi rêjeyeke mezin polonyum-210 heye.