Girtiyên siyasî bi lez û bez hatin sirgunkirin

Girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mûşê sirgunî Girtîgeha Tîpa T’yê ya Îzmîrê hatin kirin. Girtiyan diyar kirin ku girtîgehê nehiştiye ew rahêlin cil û bergê xwe jî.

6 girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mûşê ji nav nivînan hatin derxistin û bi pîjemayan sirgunî Girtîgeha Tîpa T’yê ya Îzmîrê hatin kirin. Girtiyê bi navê Erhan Şenyûva ji Girtîgeha Tîpa T’yê ya Îzmîrê nameyek şand û diyar kir ku wî berê jî nameyek şandiye lê rêveberiya girtîgeha bi hinceta ‘gumanbariyê’ dest daniye ser wê nameyê û got, “Ligel ku di nameya min de li dijî tu sazî û dezgehan heqaret tune bû jî, dest danîn ser nameyên min. Ji bo ku li ser rastiyê bigirin, nameyên me nayên şandin.”

Şenyûva diyar kir ku bi hinceta li girtîgeha Tîpa E’yê ya Mûşê tunel hatiye dîtin, ew hatine sirgunkirin û rêveberiya girtîgehê nehiştiye ew rahêjin kincên xwe jî û got, “Şevekê bêyî ku destûrê bidin em rahêlin kincê xwe, tevî eşofman û pîjemayan em hatin sirgunkirin.”

Ev kes ji Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mûşê sirgunî Girtîgeha Tîpa T’yê ya Îzmîrê hatine kirin: M. Fûat Erol, M. Şîrîn Aslan, Harûn Şîmşek, Abdurraman Înanç, Nîmet Robîn Erdencî, Nîhat Bîngol.