Girtiyên siyasî 9 roj in di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 9 roj in dewam dike.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, 9 roj in di greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger de ne.

Li dehan girtîgehên li 8 bajarên herêma Egeyê greva birçîbûnê dewam dike.

'EGER GAV NEYÊ AVÊTIN...'

Li gorî agahiyên ji aliyê malbatan ve hatin dayin, li çend ji girtîgehên ku grev lê dewam dikin rewş wiha ye:

* Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a hejmara 1 û 2 ya Kiriklarê, girtiyên siyasî bi komên ji 3 kesan ji bo 10 rojan greva birçîbûnê didomînin. Koma destpêkê ji Savaş Ozer, Mashar Guler û Fettûlah Demîrtaş ên li Hejmara 1'ê ya Kiriklarê ne, pêk tê.

* Ji 16 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3'an a Şakranê, 6 girtî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan bi rêya malbatên xwe peyam şandin û gotin, eger piştî koma sêyemîn dewlet gavekê neavêje, wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdoveger û bêdawî bikin.

* Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4'an a Şakranê, bi komên ji 5 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin.

* Ji girtiyên siyasî yên li 4 qawîşên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê ne, li qawîşê girtiyeke jin dest bi grevê kir.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, bi dehan girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Yek ji wan jî Yîgît Uste ye ku 5 Cotmehê ji aliyê polîsan ve li navçeya Torbali ya Îzmîrê hate girtin, 6 saetan li derve êşkence lê hate kirin û sîxurî lê hate ferzkirin.

* Li Girtîgeha Girtî ya Kepsûtê ya li Balikesîrê, Îbrahîm û Kamûran Poyraz ku birayên hev in, 9 roj in di greva birçîbûnê de ne.

* Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê, wê greva birçîbûnê 10 rojan carekê bi girtiyekê bi rengekî dorveger bidomînin.

* Li Girtîgehên Girtî yên Tîpa M û E yên Mûglayê, greva birçîbûnê kom bi kom dewam dike. Yek ji çalakgerê greva birçîbûnê Ekrem Altay e. Altay li Mûglayê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin, bi regnekî tazî li erdê hatibû dirêjkirin û dîmenê vê yekê jî li çapemeniyê belav kiribûn.

* Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Manîsanê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne.