Girtiyên PAJK'î: Hevalê Serkan bangeke

Girtiyên PAJK'î: Hevalê Serkan bangeke

Girtiyên ji doza PAJK'ê ji bo Serkan Tosûn ê MLKP'yî yê li Serêkaniyê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, peyamek weşandin. Girtiyên jin gotin, "Hevalê Serkan bangeke, banga azadiyê, banga vegera li cewher û piştevaniya şoreşgerî ye."

Girtiyên jin ên ji doza Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK), ji bo Serkan Tosûn ê MLKP'yî yê li Serêkaniyê di şerê 14'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, peyamek weşandin. 

Peyama PAJK'ê wiha ye:

"Eger têkoşînekê sînorên pêşengên xwe derbas kiribe û bûbe girseyî (gelî), wê têkoşînê hêviya serketinê mezin kiriye û ji bo bi ser bikeve biryardar e. Eger gelekî êş û tirsa xwe kiribe sedema xurtkirina têkoşînê, ew gel bi azadiyê ve hatiye girêdan. Eger meşeke azadiyê ji aliyê dostan ve tê hilgirtin, ew meş ji xwiş û biratiya gelan re bûye mal û ti carî têk naçe.

Zarokên gelên Mezopotamya û Anatoliyê, di nava labîrentên dîrokê yên ji aliyê mijên modernîteya kapîtalîst ve hatine fetisandin, li dostaniya rast, bingehên yekitiya armanc û jiyanê digerin.

Milîtanê leheng ê MLKP'ê hevalê Serkan nîşane û sembola berçav a vê lêgerîn û kombûna gelên me ye. Tevî ku dayîna berdêlên bi vî rengî yên leheng êşê dide me jî, em dizanin ku ev yek pêkhatina yekitiya demokratîk û azad a gelan, ku hesreta mezin a Kemal û Hakiyan bû. Ev yek jî me serbilind dike.

Hevalê Serkan bangeke, banga azadiyê, banga vegera li cewher û piştevaniya şoreşgerî ye. Em li pêşberî bîranîna hevalê xwe yê leheng bejna xwe ditewînin û dibêjin bila serê gelê me sax be. Em soza xwe dûbare dikin ku emê yekitiya demokratîk a gelên di rêya têkoşîna hevalê Serkan ronî dike de, dibe xwiş û birayên hev."