Girtiyên nexweş ji ber tevber nayê dayîn emeliyat nabe
Girtiyên nexweş ji ber tevber nayê dayîn emeliyat nabe
Girtiyên nexweş ji ber tevber nayê dayîn emeliyat nabe
Girtiyê bi navê Hayrettîn Beştaş yê 61 salî ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Tekîrdagê de girtiye û divê demildest ji dil de emeliyat bibe, ji ber daxwaza wî ya tevger (refaqetvan) ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat redkirin, nikare emeliyat bibe.
Girtiyê bi navê Hayrettîn Beştaş ligel ku bi giranî nexweşe û ke ji bo refekata wî nehat dayîn nikare emeliyat bibe. Beştaşê ji ber xitimandina rehan destpêkê anjiyo bû, piştî nerehetiya wî berdewam kir, ji aliyê doktoran ve hate diyar kirin ku divê demildest emeliyat bibe. Rewşa Beştaş roj bi roj giran dibe û rêveberiya girtîgehê kar û marê wî yên emeliyatê pêk nayene.
Beştaşê ku 5 sal û nîv e di girtîgehê de, birayê wî Nurettîn Beştaş axivî û got birayê wî roj bi roj rewşa wî giran dibe û wiha got: “Birayê min bi tena serê xwe nekare pêwistiyên xwe bîne cih. Divê li nexweşxaneyên ligel wî tevber hebe. Lê vê qebûl nakin. Birayê min li ser çavan roj bi roj ber bi mirinê ve diçe. Êdî bese. Ji bo tedawiya wî bi awayekî baş bê kirin bila bê tehliyekirin. Ez ji bo girtiyên xweş edaletê dixwazim.”