Girtiyên nexweş: Ji ber ku em siyasî ne em nayên tedawîkirin

Di Rewşa Awarte de li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan didomin. Zexta herî zêde jî li girtiyên nexweş tê kirin. Girtiyên nexweş ji ÎHD’ê re nameyek nivîsandin û dan xuyakirin ku bijîşk alî digirin.

Zextên ku piştî Rewşa Awarte ketin dewrê hê jî zêdetir dibin û di girtîgehan de binpêkirina mafê mirovan gihiştiye asta herî jor. Li gelek girtîgehan girtiyên li hember ferzkirina ‘yek tîp’ li ber xwe didin, dernakevin hevdîtinan. Li girtîgehên ku bi hezaran mirov di wan de girtî ne, kontrolên tendrûstiyê jî bi rêk û pêk çênabin. Nameyên ku ji şaxa Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan İHD’ê re hatine şandin, bi awayekî vekirî binpêkirina mafê mirovan nîşan didin û bal dikşînin serê ku serlêdanên li hember binpêkirinên mafê mirovan ên ji Wezareta Edaletê re bê encam dimînin.

NAMEYA ÎŞGOREN

Firat Îşgoren ê li Îzmîrê li zîndana girtî a tîpa T girtiye û pirsgirêkên wî yên tendrûstiyê hene, di nameya şandiye de ragihand ku ji ber ew girtiyê siyasî ye, lijneya tendrûstiyê raporê nade wî. Işgoren di nameya xwe de van diyar dike:

"Ez vêca hew dizanim bê ez ê kengî krîza dil derbas bikim. Her roj êşa dil dikşînim. Niha li ser zimanê min jî birîn çêbûne. Min nîşanî bijîşk kir. Wî jî ji birînan tiştek fêm nekir. Ji ber van nexweşiyên min, ji bo ku bi tena xwe di hucreyê de nemînim, divê lijneya tendrûstiyê rapor bidaya min. Ji bo raporê bigrim, ez çûme gel lijneyê. Lijneya tendrûstiyê ji ber ku ez girtiyê siyasî me, rapora min  neda. Ya rastî raporan jî vêca li gorî komên sûc didin. Xebatkarên beşa tendrûstiyê sonda Hîpokrat dixwun, ne li gorî komên sûcan tevdigerin. Lê belê dema mijar girtiyên siyasî ne, diyar e ku sonda Hîpokrat dideynin kêlekê û bixwe alî digrin.

Derbarê bê ez ê di girtîgehê de bimînim an na di 10’ê Cotmeha 2017’an de lijneyê ji bo biçim kontrola tendrûstiyê ji Wezareta Edaletê re nivîsek şandibû. Personelê revîra girtîgehê ji bo ez biçim nexweşxaneyê ev agahî da min. Ji ber ku lijneya tendrûstiyê alî digre, ez ne çûme revîrê ne jî nexweşxaneyê. Rêveberiya nexweşxaneyê jî ji Wezareta Edaletê re ji ber vê name şandiye. Rêveberiya girtîgehê di 20’ê Cotmehê de ji bo girtina îfadeya min gazî min kir. Min jî di parastina xwe de diyar kir ku ‘ez berî niha jî çûme gel lijneya tendrûstiyê. Lijneya tendrûstiyê cuda nêz dibe. Ji ber ku ez girtiyê siyasî me, bi zanebûn raporê nade min. Ne girêdayî sonda xwe ya Hîpokratê ne. Ji ber wê ez neçûme gel lijneya tendrûstiyê. Tenê lijneyeke tendrûstiyê ya serbixwe hebe, ez ê biçim.’

‘DIVÊ DESTEYEKE SERBIXWE WERE’

Îro an sibe tiştek bi min bê, wê Wezareta Edaletê bêje ‘em çibikin. Bijîşkan û lijneya tendrûstiyê rapor nedane wî.’ Wezaretên Karê Edalet û Tendrûstiyê dizanin ku li hember me ne bêalî ne. Li hember hemû havalên me heman seknê nîşan didin. Hin hevalên me herdu destên wan jî nînin, lê hê jî di girtîgehê de ne. Hemû hevalên me yên nexweş heweceye ji aliyê desteyeke serbixwe bêne kontrolkirin. Heta lijneyeke serbixwe neye, eşkereye ku ez jî di nav de hemû hevalên me wê rehet nebin û neyên kontrolkirin.

Ji ber wê li hemû girtîgehên li Tirkiyê ji bo girtiyên nexweş lijneyeke tendrûstiyê ya serbixwe pêwîst e. Piştî OHAL’ê jixwe zextên heyî zêdetir dibin. Tenê mehê carekê dihêlin ku em ji bo faaliyetên sporê derbikevin.”

GIRTIYÊ BI NEXWEŞIYA PÊNÇEŞÊRÊ: EZ NAYÊM DERMANKIRIN

Adnan Yalçinê li girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê dimîne, ev 23 sal in girtî ye û bi rêya malbata xwe agahî şand ku nexweşiya wî ya pênçeşêra klonê heye û di girtîgehê de kontrolê wî nayên kirin. Yalçin dixwazê ku wî neqlî Amedê bikin û kontrolên wî bi rêk û pêk bên çêkirin. Yalçin got: “nexweşiya min a pênçeşêra klonê heye. Li Amedê ez emelyat bûm. Li Dîlokê kontrolên min nayên çêkirin. Ez bi rêk û pêk nayêm dermankirin. Aktîvîteyên me yên civakî hatin qedexekirin. Herwiha nahêlin ku em derkevin hewşê. Ez gelekî beriya dayika xwe dikim, ji ber ku nexweş e nikare were vê derê. Ev jî bandora xwe li nexweşiya min û başbûna min dike."