"Girtiyên nexweş berdin"
"Girtiyên nexweş berdin"
"Girtiyên nexweş berdin"
Piştî ku girtiyê nexweşiya kanserê Îrfan Eskîbag ê li Girtîgeha tipa F ya Hejmara 2. a Sîncanê jiyana xwe ji dest da, hemû awir careke din zîvirîn ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, careke din bang li hukûmetê kir, ku hemû girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e, serbest berde.
Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Piştgiriya Huquqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) Zubeyde Teker, ku der heqê rewşa girtiyên nexweş de ev du sal in xebateke dorfireh dimeşîne, li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
"SAZIYA TIPA EDLÎ BI HESTÊN TOLHILDANÊ TEVDIGERE"
Teker diyar kir, ku der heqê rewşa girtiyên nexweş de ne raporên tenduristiyê yên nexweşxaneyên serbixwe, raporên "alîgir" ên Saziya Tipa Edlî li ber çavan tên girtin û ev yek jî gefê li jiyana bi hezaran girtiyan dixwe.
Teker da xuyakirin, ku daxwaza wan a bingehîn berdana girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e û dermankirina wan a li derve ye.
Teker got, "Lê hukûmetê di vê mijarê de heta 4. Pakêta Dadgeriyê ti gav neavêt û heta vê demê, me cenazeyê 10 hevalên xwe ji girtîgehan derxist. Daxwaza me ya ji 4. Pakêta Dadgeriyê ew bû, ku raporê nexweşxaneyên serbixwe ji aliyê Wezareta Dadê ve li ber çavan bên girtin. Lê belê ji ber ku weke saziya dawî ya biryardayînê Saziya Tipa Edlî nîşan da û ev pakêt jî bi kêrî girtiyên nexweş nehat. Saziya Tipa Edlî bi hestên tolhildanê tevdigere û ji ber vê nêzîkatiya wê, ez dikarim bêjim ku bûyerên nû yên mirinê li ber derî ne."
"NE JI HIN KESAN RE JI HERKESÎ RE AZADÎ"
Teker bibîr xist, ku hin sazî li ser navê hin girtiyên nexweş ên diyar, kampanyayan lidar dixin û got, "Ev ne rêbazeke rast e, Divê ji bo hemû girtiyên nexweş hewldan bên kirin. Divê hukûmet tavilê girtiyên nexweş berde û derfetan bide wan ku li derve xwe derman bikin."
"DIVÊ HUKÛMET GAVAN BAVÊJE"
Teker da xuyakirin, ku weke gaveke bawerîdayîna pêvajoya çareseriyê, pêwîste hukûmet hemû girtiyên nexweş berde û destnîşan kir, ku ev yek dikare bibe gava yekemîn a pêvajoyê.
Di vê navberê de, li gorî rapora dawî ya Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê, di roja îro de li girtîgehan 413 girtiyên nexweş hene.
Ji van girtiyan 122 ji wan, li sînorê mirinê ne.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê ÎHD'ê ya Enqerê jî bi armanca berdana girtiyên nexweş, her roja Înê li ber Wezareta Dadê çalakiyê lidar dixe.
Rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê dikare ji vê navnîşanê bê peydakirin;
http://ihd.kardaizler.org/images/2.pdf