Girtiyên li Xarpêtê serî li ÎHD’ê dan

Girtiyê bi navê Mahmut Doner ê li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Nimro 2 a Xarpêtê, zextên li ser wan radihand û serî li ÎHD’ê da.

Girtiyê bi navê Mahmût Doner ê ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Nimro 2 a Xarpêtê li ser binpêkirina mafan a li girtîgehê nameyek nivîsî û serî li Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê da. Doner got Nîsanê ew sewkî girtîgeha Xarpêtê kirin, ew tazî kirine û seh kirine û her roj zexta li ser wan girantir dibe.

 ‘EM NE PERSONELÊ WEZARETÊ LÊ ŞOREŞGER IN’

Doner diyar kir ku ew di hicreyên sê kesî de dimînin, her ku ji hicreyê dertên bin pêlavên wan seh dikin, dema ku vê nekin jî mafê wan ê hevdîtin û ragihandinê têne sînordarkirin, ji hêla qerdiyanan ve gef li wan tê xwarin. Doner diyar kir ku di mijara pirtûkan de têne sînordarkirin û kovaran nadin wan. Doner wiha got: ‘’Ji destpêka Cotmehê ve êrîşeke wiha bi ser me de tê kirin ku hemû mafên me ji holê radikin. Ji ber sedema ferzkirina nasnameyê mafên me yên girtîbûnê têne atengkirin. Em şoreşger in, ne personelê Wezareta Dadmendiyê ne.’’

Doner diyar kir, ji ber ku ew li dijî ferzkirinan in lêpirsîn li ser wan têne vekirin, dema ku serî li Dadgeha Înfazê didin jî bi gotina, ‘’li gorî yasa û ûsûlê ye’  serlêdanên wan red dikin.

BANGA ‘TEVBIGERIN’

Doner di nameyê de her wiha got ew bi hişmendiya yên pêşengê xwe ku wê gotina dawî bibêjin dimeşin û bang kir li dijî desteserkirina mafan raya giştî tevbigere û mafê sereke biparêzin.