Girtiyên li Bandirmayê bi biryar in: Heta ku tecrîd rabe...

Zexta li ser girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ne zêde dibe. Lê girtî bi biryar in ku heta bidawîbûna tecrîdê çalakiya xwe bidomînin.

67 girtiyên li Girtîgeha T1 a Bandirmayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Beriya niha şekir, xwê û lîmon didan girtiyan. Lê van rojên dawî astengiyan derdixînin. Rêveberiya girtîgehê rojnameya Yenî Yaşamê jî nade girtiyan. Tevî zext û zordariyê jî girtî dibêjin, "Heta ku tecrîd bê rakirin em ê têbikoşin."

Di vê navberê de, doh di dema hevdîtina vekirî de girtiyên di greva birçîbûnê de ne li qada hevdîtinê bi çepikan ji aliyê kesên serdana wan dikirin ve hatin pêşwazîkirin.