Girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê têne sirgûnkirin

5 girtiyên ku li Girtîgeha Nimro 2 ya Kayserî Bunyanê li diji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibun greva birçîbûnê hatin sirgûnkirin.

 Îdareya Girtîgeha Jimare 2'yan a Bunyan a Kayseriyê, ji 5 girtiyên ku piştî grevên birçîbûnê bi dawî bû re gotin "em ê we ji bo muayeneyê bibin nexweşxaneyê" sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Bunyan a Kayseriyê kirin. Li ser vê her 5 girtî ji bo vê pêkanînê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirin. Her 5 girtî 8 roj in di greva birçîbûnê de ne. 

Zext û zoriyên li ser girtiyan ên piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê hatibûn destpêkirin didomin. Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Bunyan a Kayseriyê Şeyhdavût Başkan û 4 hevalên xwe ku di 1'ê Adarê de li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 26'ê Gulanê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Girtîgehê ji her 5 girtiyan re got "em ê we ji bo muayeneyê bibin enxweşxaneyê", lê belê ji dêvla wan bibin nexweşxaneyê wan sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Bunyan a Kayseriyê kirin.
 
8 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE 
 
Başkan, duh bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku ji bo sewqkirinê şermezar bikin 8 roj in tevî 4 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne. Bav Şeyhmûs Başkan, diyar kir ku pêşî kurê wî sewqî Girtîgeha edîrneyê û paşê jî sewqî Girtîgeha Jimare 2'yan a Bunyanê kirine. 
 
Bav Başkan, bilêv kir ku der barê pêkanînên girtîgehê de herî kêm wî 15 caran daxwazname ji Wezareta Dadê re şandiye û got: "Min bi destê xwe daxwazname ji girtîgehê re nivîsandin. Piştî greva birçîbûnê bêyî bên tedawîkirin wan dixin hucreyê. Min di daxwaznameyê de bal kişand ser vê rewşê. Dozger, got tiştek ji destê wî nay her tişt di destê Wezareta Dadê de ye. Ji min re got, ew ê daxwaznameya te ji wezaretê re bişînim." 
 
Bav Başkan, diyar kir ku ji bo tenduristiya kurê wî yê 43 ji sedî rapora wî heye baş bibe divê cihê kurê wî bê guherandin û ji bo vê wî serî li gelek deveran û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye. Bav Başkan, got: "Eger sibê du sibe tiştek bê serê kurê min berpirsiyar Wezareta Dadê ye. Ez ê dev ji wan bernedim û heke bivê ez ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidim."