Girtiyên jin li êrişê rast hatin

Girtiyên jin li êrişê rast hatin

Li Girtîgeha Gebzeyê, girtiyên jin ên xwestin mafên xwe yên sohbetê bikar bînin, li êrişa gardiyanan rast hatin.

Li girtîgeha tipa M ya Gebzeyê, mafê kombûn û axaftinê yê jinan hat astengkirin. Girtiyên siyasî Hulya Gerçek, Gamze Eroglû û Fadîme Ozkan, li ser fermannameya ya bi hejmara 45/1 a Wezareta Dadê, xwestin mafê xwe yê sohbetê yê heftane bikar bînin. Lê belê li  destwerdana gardiyanan rast hatin.

Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin girtin, girtiyên siyasî gava ji bo hevdîtinê hatin cem hev, gardiyanan xwestin kamerayên li odeya sohbetê vekin. Li ser vê yekê di navbera girtiyan û gardiyanan de nîqaş derket.

Hat ragihandin ku piştî vên nîqaşê nêzî 30 gardiyanan avêtine ser odeyê û bi zorê girtiyên jin birine koxûşan.

Xizmên girtiyan dan xuyakirin, ku li gorî fermannameya Wezareta Dadê, mafê hevdîtina girtiyan 10 saet e, lê di encama nêzîkatiyên kêfî de ev maf weke 2.5’an hatiye sînorkirin û bi kişandina kamerayê jî hewl tê dayîn bi temamî bê astengkirin.