Girtiyên jin ên li Xarpêtê: Em di zindana zindanê de ne!

Girtiyên siyasî yên jin ên li Xarpêtê diyar kirin ku 24 saetan çavdêrî li ser wan tê kirin û tên tacîzkirin. Girtiyan gotin ku, “Em li vê derê, di zindana zindanê de ne.” Jinan banga bihîstiyariyê kirin.

Girtiyên siyasî yên jin ên di Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê de ne, li dijî zext û zordariyan li ber xwe didin. Jinan name şandin.

Li ser navê jinan Şerîfe Orûç name şand û got, “Ev girtîgeha ku em niha tê de ne, mîmarî û dizayna wê ji bo girtiyên nexweş hatiye çêkirin. Ji ber ku ev der ji bo girtiyên nexweş hatiye çêkirin, li her derê kamera û paceyên çavdêriyê hene. Ev jî gelek zextan bi xwe re tîne. Ji xeynî odeyên ku em tê ne, li her derê kamerayên mobeseyê û paceyên çavdêriyê hene. Li hewşê 1, li korîdorê 4 û li medbexê 1, bi giştî 6 kamera hene. Bi şev dema ku em radizên em lambeyên medbex û korîdorê digirin, lê bi hinceta ku kamera nabîne, lambe tên vekirin. Bi kurtasî bi kamerayan 24 saetan me raçav dikin. Li vê derê em di zindana di nav zindanê de ne. Di heman demê de ji ber rêya sereke ya ku rêveberî bi kar tîne, girtiyên din jî bi hêsanî dikarin qadên me yên jiyanê bibînin. Ji ber vê psîkolojiya çavdêrî û raçavkirinê, em bi dilê xwe nikarin bimeşin, henekan bikin û bikenin. Di heman demê de em raçavkirina 24 saetan wekî tacîzê bi nav dikin.”

DAXWAZ

Girtiyên jin diyar kirin ku ew ê dixwazin kamera û paceyên çavdêriyê werin girtin. Jinan bal kişandin ser vî tiştî ku ji ber ewlehiyê ew dixwazin girtiyên li dijî fikra wan ji ba wan were stendin û girtiyên li ser fikra wan werin bicihkirin.

Jinan diyar kirin ku wan 4 mehan li ber xwe dane û têra xwe xwedîlêderketin pêk nehatiye û ji ber vê jî pêvajo girantir bûye. Girtiyan bal kişandin ser vî tiştî ku divê ji bo zext girantir nebe, divê dengê wan were bihîstin.