Girtiyên jin ên êşkence li wan hatibû kirin, hatin sirgûnkirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê ku bi rêbaza girêdana berazan êşkence li wan hatibû kirin, ji girtîgehên cuda re hatin sirgûnkirin.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê ku bi rêbaza girêdana berazan êşkence li wan hatibû kirin, ji girtîgehên cuda re hatin sirgûnkirin.
Ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a navçeya Panos a Agiriyê di 31'ê Tebaxê de bi rêbaza girêdana berazan êşkence li wan hate kirin; Mizgîn Kayitbey ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê, Lale Kabîşen jî ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê re hatin sirgûnkirin.
Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser êşkenceya hovane raporek amade kiribû û diyar kiribû ku berpirsyarên payebilind ên îdareya girtîgehê bi rêbaza 'girêdana berazan' êşkence kirin.
Girtiyên jin diyar kirin ku komek ji 40 gardiyanan bi qasî 40 deqeyî êşkence li wan kirin, piştre jî 4 saetan bi rêbaza 'girêdana berazan' ew girêdan û li odeya rawestandinê sekinandin.