Girtiyên Gezî ligel kesên ji kuştin û tecawizê ceza girtine tên ragirtin
Girtiyên Gezî ligel kesên ji kuştin û tecawizê ceza girtine tên ragirtin
Girtiyên Gezî ligel kesên ji kuştin û tecawizê ceza girtine tên ragirtin
Hat ragihandin ku 8 kesên hefteya borî ji ber protestoyên Parka Gezî hatine girtin bi mehkûmên ji ber kuştin û tecawizê hatine girtin re di heman qawîşên de dimînin. Parêzerên çalakvanan Elîf Çalişkan, got ku bi darê zorê rojî bi wan didin girtin û neçarî nobetgirtina şevê dikin.
Parêzer Elîf Çalişkan a ji aliyê baroyê jidil parêzeriya girtiyan dike di daxuyaniya ku da rojnameya Cumhuriyetê de got ku her 8 kes jî di qawîşên cuda de ligel kesên ji kuştin û tecawizê cezayên giran girtine tên ragirtin. Çalişkan ragihand ku di Girtîgeha Metrîsê de mahkûmên siyasî nîn in û ji ber vê sedemê jî serîlêdanên pêwîst kirine da ku her 8 kes ligel hevdu bimînin an jî neqlî Girtîgeha Sîlîvrî bêne kirin.
Çalişkan her wiha ragihand ku 8 girtî jî nikarin mafê xwe yê şandina nameyan bi kar bînin, bi darê zorê rojiyê bi wan didin girtin, tevayî karên qawîşê bi wan didin kirin, dema razayîne doşekên wan ji bin wan dikişînin û bi şev jî nobetê bi wan didin girtin.
Çalişkan got, “Di bin zexteke pirr giran de ne. Ji her kesî re gotine ku ji ber li hemberî polîsan derketine hatine girtin. Pirr xerab nêzî wan dibin. Niha ketine rewşeke wisa ku ji siya xwe ditirsin.”