Girtiyên di greva birçîbûnê de banga bihistyariyê kirin

Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê li dijî binpêkirina mafan ketibûn greva birçîbûnê, diyar kirin ku ew xistine hucreyên ji bo yek kesan û ewlehiya wan a can jî tune.

Girtiyên bi navê Bişar Bîlen, Mûhammed Fatîh Bîngol û Umît Temûr di Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê li dijî binpêkirina mafan û hejmartina li ser pêyan ji 17’ê Tîrmehê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Di 24’ê Tîrmehê de Bahattîn Çelebî û Îhsan Taşdelen jî tevlî greva birçîbûnê bûn.

Bişar Bîlen îro di hevdîtina bi telefonê re ji malbata xwe re qala rewşa xwe kir.

Li gorî agahiyên ku malbata wî dane Bîlen bi darê zorê ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Girtîgeha Aksarayê kirine û ji roja ku hatine vê girtîgehê zext li wan tê kirin. Bîlen diyar kir ku tevî wî pênc kes di greva birçîbûnê de ne û ew xistine hucreyên yek kesî.

Bîlen got ku “Ewlehiya canê me tune. Girtiyên ketine greva birçîbûnê her yekî 5 kîlo kêm kiriye.”

Bîlen bal kişand ser vî tiştî ku têkiliyeke xerab bi wan re tê kirin û bijîşkê revîrê rapora derbkirinê nade.