Girtiyê nexweş Kaya dîsa şandin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê ku ji ber krîza dil û xwînîbûna mejî rakiribûn nexweşxaneyê, dîsa şandin girtîgehê.
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê ku ji ber krîza dil û xwînîbûna mejî rakiribûn nexweşxaneyê, dîsa şandin girtîgehê.
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê ku ji ber krîza dil û xwînîbûna mejî rakiribûn nexweşxaneyê 10 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê dihate tedawîkirin. Piştre gotin ‘Rewşa wî baş e’ û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê.
Kaya di 25’ê Adarê de rakiribun nexweşxaneyê û piştî tedawiya 10 rojan ew şandibûn girtîgehê. Di 9’ê Nîsanê de dema rewşa wî giran bû ew dîsa rakiribûn nexweşxaneyê û Kaya îro dîsa şandin girtîgehê.