Girtiyê nexweşê giran Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Girtî Abdulhalîm Kirtay ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a ÎHD‘ê de ye, piştî 30 salan hat berdan.

Girtî Abdulhalîm Kirtay ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, piştî 30 salan hat berdan. Kirtay di sala 1993'yan de li Farqîna Amedê hatiye destgîrkirin û paşê bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yepareyiya dewletê" 36 sal ceza lê hatiye birîn. Kirtay piştî 30 salên cezayê lê hatiye birîn temam kir, îro ji Girtîgeha Bûrhaniye ya Kayserî ya Tîpa T'yê derket.

Xizmên Kirtay ên li Yalovayê ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Hat dîtin ku gava Kirtay ji girtîgehê derketiye nikaribûye li ser pêyan bisekine, ji ber rewşa tenduristiya xwe.