Girtiyê nexweş bê anestezî hate ameliyatkirin!

Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî, li Nexweşxaneya Tarsûsê ya Dewletê bê anestezî hate ameliyatkirin. Îvrendî got, "Mirovan hêdî hêdî dikujin."

Cemîl Îvrendî yê 56 salî ku  li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Mersîn-Tarsûsê tê girtin, pirsgirêkên xwe yên tendirûstiyê û nêzikatiyên ku di pêvajoya tedawiyê de rûbirû mayî, bi nameyekî ji Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a şaxa Enqereyê re vegotin. 

Îvrendî, ji sala 1994’an  heta niha di girtîgehê de ye û di vê pêvajoyê de li 15 girtîgehan hatiye gerandin û girtin. 

Îvrendî ku nexweşiya dil pê re hebû, bi nexweşiyeke din ket û di laşê wî de birîneke ku jê re dibêjin 'anal fîsul' derket. 

Îvrendî anî ziman ku di sala 2017’an de dîsa birîna wî werimiye û teqiyaye. Piştî hinek tetkîkan 11’ê Îlona 2017’an li nexweşxaneya Eskîşehîr a dewletê ameliyat bû lê baş nebû. 

'BÊYÎ KU ANESTEZÎ BIKIN EMELIYAT KIRIN'
 
Îvrendî, diyar kir ku herî dawî sewqî Girtîgeha Tarsûsê hat kirin û wiha berdewam kir: "Birîna min di 18’ê Gualnê de cardin teqiya û ez rakirim Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê. Ez rastî pêkûtiyeke gelek xirab hatim. Bijîşk hat, bêyî ku çermê min anestezî bike jêkir. Bi saxî emeliyat kir. Hîna jî birîna min tê dermankirin."
 
'HÊDÎ HÊDÎ DIKUJIN'
 
Îvrendî, di dawiya nameya xwe de wiha got: "16 sal in nexweşiya dil bi min re heye. Dibe ku krîza dil derbas bikim û bimirim. Rayedarên girtîgehê, pisporê çawîş û hemşire ev rewşa min îhmal kirin û rapora 'Di vê dîrokê de me rakir nexweşxanê, tedawiya wî hat kirin û tu îhmal tune ye' amade bikin. Raste ez birim nexweşxanê, lê ez tedawî nekirim. Ji 2 mehan zêdetire min serlêdana sûc kir, lê heya niha tu bersiv nedan min û ewlekariya can tuneye. Min îdîa kiribû ku ez terkî mirinê kirime. Lê ev ne di xema, Serdozgeriya Komarê û Wezaretê de ye. Ez dixwazim ji bo vê rewşê bêjim, otenaziya pasif a mirovan e. Ez otenaziya çalak û pratîk hezar caran tercîh dikim. Qet nebe ezê di carekê de bimirim, lê ev rewş hêdî hêdî mirovan dikuje."