Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Li dijî tecrîdê çi ji me bê em ê bikin

Ji girtiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê Hamgîn Karakaş got, "Ji bo rakirina tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin."

Girtiyê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê Hamgîn Karakaş ragihand ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' tevlî greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan bûye. Di roja duyemîn a greva birçîbûnê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û peyameke bi vî rengî:

"Tecrîd giştî bûye, li hemû zindanan û li nava tevahiya gelê Kurd belav bûye. Rêbertî ji bo me xeta sor e. Ji berv ê yekê em jiyana wî meraq dikin. Nêzî 3 sal in parêzer û malbata wî nikarin wî bibînin. Ji bo agahiyê jê werbigirin em bi dorvegerî dikevin greva birçîbûnê. Ji bo rakirina tecrîda li ser gelê xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Ez û hevalê min ê bi navê Gokhan ji bo rakirina tecrîdê me dest bi greva birçîbûnê kirine."