Girtiya nexweş Makbûle Ozer hate berdan
Girtiya nexweş Makbûle Ozer piştî cezayê xwe yê 254 rojan, hate berdan.
Girtiya nexweş Makbûle Ozer piştî cezayê xwe yê 254 rojan, hate berdan.
Makbûle Ozer a 82 salî ku li navçeya Artemêtanê ya Wanê dijî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” di 9’ê gulana 2022’yan de hat girtin û di 7’ê îlona 2022’yan de hat berdan. Ozer piştî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” a Saziya Tiba Edlî carek din di 22’yê adara 2024’an de hat girtin.
Ozer li girtîgehê nexweş bû û tevî vê yekê jî 254 roj di girtîgehê de ma. Ozer cezayê xwe qedand û tehliye bû.