Girtina polîsê li Sarisuluk da hat redkirin
Girtina polîsê li Sarisuluk da hat redkirin
Girtina polîsê li Sarisuluk da hat redkirin
Parêzerên malbata Ethem Sarisuluk, ji bo polîsê kujer bê girtin serlêdan kiribû lê ji aliyê Dadgeha Cezaya Sul a 14’emîn ya Enqreyê ve ‘di cih de nehat dîtin’ û hat redkirin.
Ethem Sarisuluk ku di çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Parqa Gezî de bi guleya polîsan hat kuştin, polîsê li wî da serbest tê darziandin û malbata wî îtîraz kir ku ew bê girtin. Lê dadgehê ev qebûl nekir.
Dozgerê Komarê Velî Dalgali bi daxwaza ku polîs A.Ş bê girtin sewqî dadgehê kir ûpişt re hat berdan. Malbatê îtîrazê vê kir. Îtîraz şandin Dadgeha Cezaya Sulh a 13’emîn ya Enqereyê. Dadgehê A.Ş berda ji ber ku îro nedixebitî, Dadgerê Dadgeha Cezaya Sulh a 14’emîn Denîz Gul biryara wê da. Di biryarê de girtina polîs hat redkirin. Malbat dê îtîrazê dadgeheke jor bike.