Girtîgehê pêşî got, 'hate veşartin' û piştre got, 'cenaze bibin'
Midûrtiya Girtîgeha Elbîstanê ji bo girtiyê Efrînî Mihemmed Emir got, 'hate veşartin' û piştre teblîgat şand û got, cenaze bibin an na, ''em ê li goristana bêkesan veşêrin.''
Midûrtiya Girtîgeha Elbîstanê ji bo girtiyê Efrînî Mihemmed Emir got, 'hate veşartin' û piştre teblîgat şand û got, cenaze bibin an na, ''em ê li goristana bêkesan veşêrin.''
Mihemed Emîr (57) ê Efrînî ku ev 28 sal in girtîbû, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Elbîstanê a Meraşê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Diyra bû ku cenazeyê Emîr li Saziya Tiba Elî ya Stenbolê ye. Rêveberiya Girtîgehê duh tablîgat ji wasîsê Emîr Bekir Kaya re şand û xwest ku cenaze di nav 3 rojan de bibin ana na wê cenaze li goristana bêkesan were veşartin.
Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ragihandin ku cenaze 4'ê Cotmehê saet 16.30'an ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hatiye standin û li Goridtana Bêkesan a Derveyî Bajêr hatiye veşartin.