Girtî Ozer: Destpêkê divê hêza demokrasiyê hebe

Abdulsittar Ozer ê li Girtîgeha Marmarayê dîl tê girtin, diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ji bo ku tecrîdê bikin mijara nîqaşê, divê bi rastî jî xwe veguherînin hêza demokrasiyê.

Ji bo şikandina sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya girtiyan a bi dirûşmeya “Deng bide azadiyê” dewam dike.

Yek ji kesên ku tevlî berxwedana li zindanan jî bûye, gerîlayê HPG’ê Abdulsittar Ozer e. Di meha Adara 2021’an de Wezîrê Karên Hundir ê Tirk daxuyanî da û diyar kir ku Ozer ‘hatiye kuştin’, lê piştre di encama israra parêzeran de derket holê ku gerîlayê HPG’ê Abdulsittar Ozer li nexweşxaneyeke Amedê tê ragirtin.

Ozer ê bi birîndarî hatî dîlgirtin, demek kurt li nexweşxaneya Amedê ma. Piştre birin nexweşxaneya Kirikkale û ji wir jî sirgûnê girtîgeha Marmarayê hate kirin. Dadgehê 31 caran cezayê muebedê yê girankirî li Ozer birî. Ozer yek ji wan girtiyane ku ji roja ewilî ve tevlî çalakiyên li dijî tecrîda Îmraliyê tên lidarxistin, dibe.

Ozer têkildarî tecrîda li Îmraliyê, ji ANF’ê re axivî.

Abdulsittar Ozer bal kişand ser tirsa desthilatdaran a li hemberî pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku sedemê qedexekirina berhemên wî jî ji ber vê tirsê ye. Ozer ev tişt got: “Eger ev tirs were derbaskirin û gelê Tirkiyeyê fikrên Rêbertî nas bike, wê erdnîgariya me veguhere qadeke rewşenbîriyê û wê vê yekê bi atmosfereke cejnê pêşwazî bike.

Eger ji bo Rêber Apo planeke tecrîdê hebe, divê planeke min jî ji bo azadkirina Rêber Apo hebe. Mesele ev qasî vekirî û zelal e. Eger hûn jixwe re dibêjin hêzên demokrasiyê yên Kurd, divê hûn hemû wezîfeyên ji bo ronîkirin û zanekirina gelan bi cih bînin. Bêyî ronîbûn û zanebûnê, rêxistinbûn û çalakî nabe. Hûn dikarin ji berevajî jî vê diyalektîkê bimeşînin. Lê tenê bila li gorî armancê pêk were. Jixwe li holê ye ku israra dewleta Tirk a ji bo tecrîd, şer û çaresernekirina pirsgirêka Kurd, Tirkiye bi sefaleteke çawa re hiştiye. Em xwedî wê derfetê ne ku vê yekê her roj û bi her şêwazê vebêjin û teşhîr bikin. Tenê em bizanin ku hêza demokratîk di stratejiya rêxistinkirî û çalakiyê re derbas dibe. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî ji bo ku tecrîdê bikin mijara nîqaşê, divê bi rastî jî xwe veguherînin hêza demokrasiyê.”

‘DIVÊ EM LI DIJÎ REJÎMA MÊTINGER, BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’

Abdulsittar Ozer destnîşan kir ku gel bi tercîha xwe ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de, hemû propaganda û rêbazên şerê taybet vale derxist û got: “Lewma hewl didin qaşo gelê me ceza bikin. Bi vê pêkanînê rê rejîma şerê taybet a AKP’ê nîşanî tevahiya cîhanê da ku ew rejîmekî mêtinger e û tenê qanûnên mêtingeriyê li ser Kurdistanê dimeşîne. Tişta ku dikeve ser milê me, divê em vê yekê bixin rojeva tevahiya alemê û berxwedanê jî li gorî vê yekê mezin bikin.”

‘AZADIYA RÊBER APO, AZADIYA HER KESÊ YE’

Abdulsittar Ozer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin her kes vê yekê baş fêm bike; mesele ne tena serê xwe Rêber Apo, ne jî pirsgirêka Kurd e. Mesele ziman, ol û aîdiyet çi hebe bila hebe, meseleya azadî û hebûna mirovahiyê ye. Em ne tenê ji Kurdan re, em dibêjin ji her kesê re mafê jiyanê, azadî û demokrasiyê. Di vê çarçoveyê de em bang li her kesê xwedî wijdan û exlaq dikin ku ji bo mafê xwe yê jiyanê û azadiya xwe li dijî tecrîdê helwest nîşan bide û em hemû bi hev re daxwaza ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ belavî her derê bikin.”