Girtî: Li Şakranê îşkenceya fîzîkî û derûnî sîstematîk tê kirin

Girtî: Li Şakranê îşkenceya fîzîkî û derûnî sîstematîk tê kirin

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Hêjmar 4 a Şakranê bertek nîşanî pêkanînên li ser wan tên meşandin dan û diyar kirin ku, êdî ev pêkanîn vegeriyaye îşkenceyê û nayê qebûlkirin. Girtiyan diyar kirin ku, rêveberiya girtîgehê dixwaze wan ji nasnameya wan dûr bixe û ji niha û şûnde tiştekî xirab pêk bê Wezareta Dadê berpirsyare.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Hêjmar 4 a Şakranê diyar kirin ku, li girtîgehê êdî pêkanînên nayên qebûlkirin tên meşandin. Girtiyê bi navê Seyfettin Yavuz di derbarê pêkanînên li ser wan tên meşandin nameyek şand. Yavûz anî ziman ku, 6 meh berê li gel 80 hevalên xwe ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Şakranê hatin kirin. Yavuz da zanîn ku, bi hinceta cih tuneye ew sirgûnî vir kirin û bêyî ku malbatên wan agahdar bike ew şandin vir.

Yavuz diyar kir ku destê wan kelepçe kir û li rîngê siwar kirine û wiha got: "Niha ziyaretên malbat û parêzeran nayê kirin. Di darizandinê de parêzer nikare parastinê bikin û ew nikarin bi zimanê zikmakî parastinê bikin. Yavuz anî ziman ku, dê yekem car piştî 16 mehan di roja 15'ê çile de derkevin pêşberî dadgehê.

'MALBATÊN ME JÎ CEZA DIKIN'

Yavuz destnîşan kir ku, ji roja hatine Şakranê heta niha bi rêk û pêk rastî îşkeneya fîzîkî û derûnî tên û hemû mafê wan yê civakî û çandî ji destê wan tê girtin. Yavuz da zanîn ku, di hêjmartin, revîr, telefon û hevdîtinên malbatan de her tim rastî neheqî û tundiya derûnî û fîzîkî tên. Yavuz daxuyakirin ku, girtiyên nexweş dereng tên sewqkirin û

Yavuz da zanîn ku, li girtîgeha zarok û ciwanan jî heman zext û zordari heye û mafê girtiyan tê binpêkirin û wiha got: "Hevalên me rastî 10 roj cezayê hucreyê hatin. Hevalên me yên çûn Amedê tevlî dozê bûn, 2 rojan îşkenceya rê kişandin. Mafê xwan ê xwarin, xew û westînê hate binpêkirin. Em dixwazin raya giştî li hemberî vê yekê hişyar tev bigere. Em bang li saziyên wekî ÎHD, ÇHD û parazvanên mafên mirovan dikin ku vê yekê bipirsin û eleqeder bibin.

Heta niha 108 girtiyên ku li vê girtîgehê dimîne bi rêya malbatên xwe daxuyaniyên binpêkirina mafan kirin. Ev pêkanîn êdî nayên qebûlkirin. Ger ku tiştekî neyînî pêk bê berpirsiyar Wezîrê Dadê ye.

30 GIRTÎ RASTÎ 10 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ HATIN

Yavuz binpêkirina mafan wiha rêz kir: Hevalên me yên sewqî vir tên rastî lêgerîna tazî tên. 30 hevalên me yên ji Mêrdînê hatin rastî 10 roj cezayê hucreyê hatin. Alavên ku malbat ji zarokên xwe re tînin nadin wan. Hevalên me her ku diçin hevdîtina malbat, parêzer û revîrê rastî lêgerînê tên. Me dernaxin ziyaretên hevpar. Em nikarin sûdê ji mafê xwe çandî û wersîjê bistînin. Mafê me yê sûdgirtina pirtûkxaneyê tên astengkirin. Rojên hevdîtinê li gori xwe plan dikin. Bêyî me tevlî rûniştina dozê bikin ceza li me dibirin. Me ji bo rûniştina dozê 2-3 rojan bi rîngan dişînin dadgehê. Hevalên me bi kelepçeyan dibin dadgeh û nexweşxaneyan. Tundiya fîzîkî û derûnî tê kirin. Serlêdanên me li ber çavan nayên girtin. Li dijî hevalên me yên jin pêkanînên nayên qebûlkirin tên meşandin."