Girtî ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê, ev 10 roj in li dijî zext û zordariyê di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên li qewîşa T2 a Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsusê ya li Mersinê, ji ber ku qebûl nekirin mîna leşkeriyê serjimartin li wan bê kirin, zexteke giran ji rêveberiya girtîgehê dibînin.

Li dijî kiryarên kêfî û cezayên dîsîplînê, ji 16'ê Adarê ve girtî di greva birçîbûnê de ne.

Cengiz Temel ê li heman girtîgehê ye bi rêya telefonê ji malbata xwe re got ku hevalên wî li dijî heqaret û zordariyê dest bi greva birçîbûnê kirine û heta kiryarên ne hiqûqî yên rêveberiya girtîgehê biqede, wê grevê bidomînin.

Temel bang li rêxistinên mafên mirovan jî kir.