Girtî Cengîz Akkaya bi hincetên kêfî nayê berdan
Cengîz Akkaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê girtî ye, bi hincetên kêfî berdana wî careke din hate taloqkirin.
Cengîz Akkaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê girtî ye, bi hincetên kêfî berdana wî careke din hate taloqkirin.
Cengîz Akkaya dema li Zanîngeha Suleyman Demîrelê xwendekar, di sala 2015'an de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "heqareta li Erdogan kiriye" hate girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û meh û 15 roj ceza lê hat birîn. Bi îdiaya sûcê "heqareta li Erdogan kiriye" jî salek û 9 meh û 25 roj ceza lê hate birîn. Akkaya, nêzî 5 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê de ma û paşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eregliyê hat kirin.
Par ji çar parên cezayê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Akkaya hatibû birîn 3 par jî temam bûn û ji ber ku cezayê bi sûcê "heqareta li Erdogan" jî li gor qanûnê nabe sedema domandina girtinê, diviyabû bihata berdan. Lê belê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Eregliyê, berdana Akkaya taloq kir.
Desteyê bi hinceta Akkaya "ji rêxistinê veneqetiyaye" berdana wî taloq kir. Piştî vê diviyabû Akkaya di 3'yê mijdara 2023'yan de bihata berdan lê desteyêr bi heman hincetê careke din berdana wî taloq kir.