Girtî Çalim: Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiya me bidome

Girtî Mehmet Şerî Çalim ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye, banga xwedîderketinê li hemû beşên civakê kir.

Girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên ragirtin di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê ewilî Denîz Ozdemîr û Îsmaîl Tuzun 5 rojan dorveger ketin çalakiyê. Girtiyê bi navê Mehmet Şerîf Çalim jî di 2’yê Kanûnê de ji bo 5 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kir. 

Çalim ê bi telefonê li malbata xwe geriya, banga xwedîderketinê li hemû beşên civakê kir. 

Çalim, destnîşan kir ku heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.