Girêdayî êrîşa li Mêrdînê 7 kes hatin girtin
Girêdayî êrîşa li Mêrdînê 7 kes hatin girtin
Girêdayî êrîşa li Mêrdînê 7 kes hatin girtin
Di lêpirsîna girêdayî êrîşa bi çek a roja Pênçşemê li pêş Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê de, ku 5 kes hatin qetilkirin, ji deh kesên hatin binçavkirin 7 jê hatin giritin.
Roja Pênçşemê li pêş Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê 3 zarok, 2 jê jin 5 kesên hatin qetilkirin. Li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê 10 kesên ku hatin binçavkirin, lêpirsîna wan ya li Edliyeya Mêrdînê duh heya seatên dereng yên şevê de bi dawî bû. Piştre ji deh kesên hatin binçavkirin jê 7 hatin girtin û şandin girtîgehê. 3 kes jî hatin berdan.
Waliyê Mêrdînê diyar kir ku girêdayî bûyerê wê îro daxuyaniyeke berfireh bide.