Giliyê generalê berê yê Sûriyeyî hate kirin ku pesnê enfalê dabû

Generalê berê Esad El Zûbî ku weke 'mûxalîfê' rejîma Sûriyeyê hate pêşkêşkirin, ji ber tweeteke xwe ya ku pesnê qirkirina Kurdan dida dibe ku li Parîsê bê darizandin.

Li Fransayê derdora 20 kesên ji Rojavayê Kurdistanê giliyê generalê berê yê Sûriyeyî Esad El Zûbî kirin. Zûbî ku ji artêşa Sûriyeyê reviya, yek ji wan fîguran e ku weke 'mûxalefetê' dihate pêşkêşkirin.

Rojavayiyan bi rêya parêzer Antonin Pechard xwestin, Zûbî ji ber 'pesindayina sûcên şer û qirkirinê', 'sorkirina tundiyê li dijî kes an jî komekê ji ber kok an jî netewetiya xwe' bê darizandin. Ji ber van sûcan li Fransayê ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê dikare bê birîn.

Generalê berê Zûbî di peyama xwe de hem pesnê Saddam Huseyîn dida, hem jî qirkirina Kurdan rewa dikir û ji ber nerazîbûna mezin neçar ma peyama xwe jê bibe. Dema ku qala PYD'ê jî dikir ji bo Kurdan digot, 'Bexçeyê heywanan e' û peyameke wiha weşandibû: "Ji bo mirov jê rizgar bibin pêwîstî bi dermanê kêzikan nîne, tenê tiştek pêwîst e; ew jî gotina navê Saddam e. Dema ku ev hemû heywan ji nû ve derketin holê, çav li Saddam digere. Bila ruhê wî şa be."