Germahiya zêde: Şewata daristanan didomin

Germahiya zêde û şewata daristanan a li Ewropa didomin. Şewata daristanan a li Spanya û Portekîzê didome, li Fransayê jî ji ber ziyandayîna tebeqeya Ozun pêkanînên sînorî hatin kirin.

Germahiya zêde ya li Ewropa bê navber dewam dike. Şewata ji ber germahiya zêde ya li Spanya û Portekîzê jî didome.

PORTEKÎZ

Şewata li herêma Mochîqûe ya Portkîzê derketî dewam dike. Enstîtîya Atmosfer û Deryayê ya Portekîz bibîr xist ku bi daketina pileya germaniyê ya 45’an û jêr tir wê li gelemperiya welat germahî bikeve û mirov nefese hilde.

Şewata ku roja Înê li silsileya başûrê welat derketî jî hê didome. Ji ber şewatê gelek mirov hatine veguhestin. Ji bo vemirandina şewatê 1100 tîmên agirkujî û 320 hezar wesayît, 8 balafirên avê û helîkopter kar dikin. Hate ragihandin ku heta niha 24 kes ji agir bandor bûne.

SPANYA

Ji ber germahiya zêde ya li Spanyayê 6 kes mirine. Li daristanê jî şewata ku li herêma Andalûsê derketî jî hê didome. Tîmên agirkujiyê diyar kirin ku ji ber hewayê nikarin agir vemirînin. Ji bo vemirandina agir 12 balafirên leşkerî tê bikanîn.

 Ji ber germahiya zêde li gelemperiya welat 6 kes mirine. Li başûrê Spanyayê cih bi cih roj pileya germahî 40-42 û şev jî 35,1.

HOLLANDA

Li bajarê Uterchet a Hollandayê li Dêra Dom ji ber germahiyê zeng û saeta wê ji roja Înê ve kar nake. Saeta ku sala 1857’an hatî çêkirin, tê payîn ku ji ber germahiya zêde amûrên li hundirê wê dibe heliya be.

Li Rotterdamê rêjeya behrê gihiştiye asta metirsiyê. Rêveberiya avê li Rotterdamê ji bo keştî tevger bikin, li nav bajar neçar ma ku ava vexwarinê pompe bike.

FÎLANDAYA

Li bajarê Helsînkî ya Fîlandiyayê kargehekî derfê ji bo welatiyan ku li ber kilîmayê birazin da afirandin. Di tevahiya hefteyê de ev derfet dom kir.

ELMANYA

Li Elmanyayê jî bier germahiya zêde îro xwendekarên ku çûn dibistanê tenê karîn danekê biçin. Li hinek bajaran xwendekar neçûn dibistanê.