Germahiya li Ewropayê kêm mabû felaketek bi xwe re bianiya

Welatên Ewropayê di mehên Hezîran û Tîrmehê de gelekî sincirîn. Tê gotin, ji ber ku germahiyê zêde dom nekir, kêm mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê saziya Tenduristiya Cemaweriyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê, ji ber germahiya zêde ya mehên Hezîran û Tîrmehê hezar 500 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di meha Hezîranê de 567 kesan, di meha Tîrmehê de jî 868 kesan ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di meha Tîrmehê de li Parîsê germahî gihîşt asta rekorê ya rêjeya 42.6 pileyî û hate gotin, ji ber ku demeke dirêj dom nekir mîna sala 2003'an bi deh hezaran mirov ji mirinê rizgar bûn. Bi rêjeya 46 pileyî germahiya herî zêde li bajarê Heraûltê bû.

Wezîra Tenduristiyê Agnes Bûzyn der barê mijarê axivî û diyar kir, germahiya sala 2003'an 15 heta 20 rojan dom kir, îsal di her du periyodên cuda de 18 rojan bi giştî dom kir.

Di mehên Hezîran û Tîrmehê de li welatên Ewropayê, li Fransa, Hollanda, Belçîka, Elmanya û Îngilistanê germahî gihîşt asta rekorê. Li Fransayê di sala 2003'an de 19 hezar û 490 kesan ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest dabûn.