Germ e germ işkence!
Germ e germ işkence!
Germ e germ işkence!
Serdozgerê Uskûdarê Kemal Canbazê ku di dema komkujiya girtîgeha Bayrampaşayê erkdarbû îfade da û got; “Heman roja operasyona li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê ya mirinê de bû, pêk hatibû û şûnde dema ew rakiribûn heman demê me îfadeya wan girt.”
Kemal Canbazê ku dema komkijîya 19’ê Kanûnê pêk hat de serdozgerê ûskûdarê bû, di çarçoveya doza komkujîya girtîgiha Bayrampaşayê de bi nasnameye ‘şahid’ îfade da dadgeha giran a 2’min a Eskîşehîrê.
Cambaz got di derheqê opereasyona li girtîgeha Bayrampaşayê pêk hat agahiyê min nebûn û di derheqê komkujiya 19’ê Kanûna 2000’î li Ûmraniya pêk hat agahî dan.
CENDERMEYAN LI STENBOLÊ CIVÎN ÇÊKIRIN
Canbaz got li ser telefona ku 15 Kanûnê ji vezareta dadê hatiye, ew çûye fermandarîya cendermayên heremê a Stenbolê û derheqê civînê de wiha axivî; “ Dema ez erkdarbûm li serdozgeriya komarê ya Ûskûdarê ji aliye Vezîrê dadê ve di 15’ê Kanûna 2000’î de ji min re telefon hat û got; Hin mijarê ku em nîkaşbikin hene. Lê ji ber ku îhtîmalê ku telefon bên guhdarkirin, hûn herin serfermandariya cendermeyan ya herema Stenbolê. Li wê dere emê bi telefona krîptolû li we bigerin. Îhtimala ku ew telefon bê guhdarkinin nîne.” Li ser wê fermanê ez cum fermandariya cendermayê ya Stenbolê, li serfermandariya cendermeyan, Ferzan Çetîcî yê ku wê demê serdozgerê Stenbolê bû li wir bû. Em li odaya fermandarê heremê bi Tuggeneral Engîn Hoş Paşa re hatin gel hev. Li wê dere rayedarê vezareta dadê bi telefona krîptolû li Ferzan Çîtîcî û min geriya. Ez ne şaşbim kesê li me geriya ê ku wê demê alîgirê Midûrê ceza û girtîgehê Yılmaz Sağlam yan jî Yusuf Ogmen bû. Kesîn ez nizanim kîjan bu.
Cambaz got vezaretê talimata ji ‘operasyonêre amade bin’ daye û roja 18’ê Kanûnê cara dûyemîn gazî serfermandariya cendermeyan kirine û li wir serfermandarê heremê Tûggenaral Engîn Hoş, serfermandarê Stenbolê Ferzan Çîtîcî re hatin cem hevdî û saeta operasyonê jêre hatî gotin.
BIRYARA MGK Û HIKÛMETÊ
Serdozgerê Ûskûdarê yê berê Kamal Cambaz got, biryara operasyonê li Saziya Parastina Giştî û ji aliyê hikûmetê ve hati girtin.
Canbaz got ev bi xwe li ser operasyonê amade bûye, erk daye 4 dozgeran û got, “Ez bi xwe nizanim ka li girtîhegê çibû, çek hat bikaranin an na ez nizanim, mûhîmat çibû? ez nizanim, yekînyeyên operasyon pêk anîn ji min azad bûn. Li ser wê mijarê tu agahîyê min nînin. Wekî serozger ne mumkune ku ez li ser operasyonê bim. Di wê mijarêde min serdozger û cigirê wî erkdarkirîbû.”