Gerîlayên PKK û YPG'ê hatin bîranîn
Gerîlayên PKK û YPG'ê hatin bîranîn
Gerîlayên PKK û YPG'ê hatin bîranîn
Ji bo gerîlayê PKK'ê Aydin Karakoç ê ku di sala 1998'an de li Şaxê jiyana xwe ji dest dabû û ji bo gerîlayê PKK'ê Yildiz Kortak a ku di sala 1995'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest dabû û nasnameyên wan nû hatin aşkerakirin konê sersaxiyê hatin vedan. Ji bo gerîlaya HPG'ê Hatîce Şahîn ku di êrîşa hewayî ya di sala 2011'an de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn.
BISMIL
Gerîlayê PKK'ê Aydin Karakoç (Kendal Amed) ku di şerê sala 1998'an de li Şaxa Wanê jiyana xwe ji dest dabû nasnameya wî nû hat aşkerakirin. Malbata wî li gundê Koselî ya Bismila Amedê konê sersaxiyê ku bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Karakoç hatibû xemilandin veda. Bi sedan welatî ji bo sersaxiyê çûn kon û ji malbatê sersaxî xwestin.
Li konê ku bênavber dirûşmayên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin dayika wî Medîne Karakoç axaftinek kir û ev tişt anî ziman: "Ez dayika hemû gerîlayan im. Bi hezaran zarokên min li çiya şer dikin. Ez bi wan serbilind im. Ez heqê xwe yê dayiktiyê li kurê xwe helal dikim, bila şîrê min lê helal be. Heta dilopek xwîna me hebe em ê bi têkoşîna wan ve girêdayî bin. Em ê şopdarê têkoşîna wan bin."
Konê sersaxiyê ya Karakoç heta 3 rojan vekirîbe.
MÊRDÎN
Gerîlayê PKK'ê Yildiz Kortak (Zozan) ku di sala 1995'an de di şerê li Zagrosê jiyana xwe ji dest da û nasnameya wê nû hat aşkerakirin li Taxa Soylu ya Stewra Mêrdînê konê sersaxiyê hat danîn. Bi sedan welatî çûn sersaxiya malbata Kortak û ji malbatê sersaxî xwestin. Welatiyan bênavber dirûşmayên (Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Nûnera MEYADER'a Mêrdînê Gulbeyaz Guneş di serdanê de axivî û got ku li ser gelê Kurd şerê qirêj tê meşandin.
WAN
Gerîlaya HPG'ê Hatîce Şahîn (Amara Wan) ku di sala 2011'an de di encama êrîşa hewayî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû, li Mizgefta Ashab-i Kehf a li Taxa Karşiyaka ya Wanê merasîma mewlûd hat xwendin. Piştî xwendina mewlûdê sînevîzyona ku ji wêneyên Şahîn hatibû amadekirin hat pêşandan.
Di dawiya bîranînê de nameya Şahîn a ku ji hevalên xwe re şandibû hat xwendin û ji bo cangoriyan deqeyek rêz hat girtin.