Gerîlayê şahidê bûyerê hovîtiya artêşa Tirk vedibêje

Gerîlayê şahidê bûyerê hovîtiya artêşa Tirk vedibêje

Di qonaxa ku pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de, pirsgirêka bingehîn a ku li pêşiya dewleta Tirk dibe astengî, ew e ku dewlet bi şerê xwe yê 30 salan re rû bi rû nayê. Encamên şerê qirêj ê dewleta Tirk li Kurdistanê daye meşandin, yek ji kuştinên bê daraz, tevkujî û gorên komîn e. Ji bo rêya qonaxa çareseriyê vebe yek ji xusûsa ku tê pejirandin aşkerakirina bûyerên kiryarên wan ne diyar û vekirina gorên komî ne.

Bi rasthatina her roj aşkerabûna gorên komî yên li Kurdistanê, ango tevkujiyên ji aliyê dewlata Tirk ve di demên şerên di navbera gerîlla û artêşa Tirk de pêk hatin. Fermandarê gerîla Demhat Goyî yê ku bi artêşa Tirk re ket şer û ji van tevkujiyan re şahidî kiriye ji ANF’ê re axivî û ragihand ku, di şerê dorfireh ê ji aliyê artêşa Tirk ve dihat meşan din de, artêşa Tirkiyeyê li Kurdistanê bê ku, nirx û mafê mirovan li ber çavan bigire şerekî gemar dimeşand.”

Axiftinên fermandarê gerîla yê bi navê Demhat Goyî rê li ber hebûna gorên komî vedike û di şerê 30 salî ku dewleta Tirk bi rengekî qirêj li Kurdistanê dida meşandin û çekên kîmyewî jî di nav de, her curê çek bikaranîn û şer bi çi rêbazên kirêt dida meşandin careke dîtir datîne ber çavan. Şerê di sala 1998’an de di navbera gerîla û artêşa Tirk de li navçeya Elkê ya Şirnexê qewimî û di encam de 24 gerîla bi awayekî bi hovane hatin qetilkirin. Bi gotinên fermandarê gerîla Demhat Goyî em ê vê mijarê bi were parve bikin.

DIJMIN XWEST SERKETINÊ, BI QETLÎAMAN TUNE BIKE!

Sala 1998’an ji bo gelê Kurd sala serketinê bû. Ji her milî de li ser gelê Kurd êrîş pêk dihatin û Komploya Navnetewî jî li hember Rêber Apo dihat meşandin. Di milekî de jî dijmin di herhêlê de dixwest darbeyên mezin di aliyê bîrdozî, siyasî û leşkerî de li rêxistinê bide. Me li herêma Botanê qada Elkê karê xwe yê pratîkî dida meşandin. Taktîka dijmin a wê demê ya li hemberî herêmê çêkirina serwerî û dagirkeriya xwe bû. Lê tevî vê jî tevgera me li her qadê serwer bû û hakimiyet di destê gerîla de bû. Her wiha yekîneyên me yên gerîla li gelek qadan çalakiyên bi bandor pêk dianîn. Ji ber vê jî dijmin dixwest bi destpêka biharê re li hemberî hêzên gerîla zû şer bide destpêkirin û tola wendahiyên xwe rake. Li ser wê armancê dijmin her tim taktîk û rêbazên nû dida meşandin. Şert û mercên demsalê giran bûn û di şerê giran de wendahiyên me jî çêdibûn. Lê tevî hemû şert û mercan jî me berxwedaneke xurt ji pêş dixist.

Tevgerê ji bo serketinê hedefên mezin plankiri bûn. Dijmin ji bo planên me vala derxe di her alî de dixwest darbeyê li gerîla bide, ev jî dixwest pratîka me vala derxe. Me ji destpêka biharê heya meha 8’an karê pratîkî bi awayekî serketî da meşandin. Xebat di her alî de hatin meşandin. Hem çalakî hatin kirin hem jî êrîşên dijmin şikestin û di milê siyasî de rêya pêşketinê vekir. Agirbesta 1998’an di encama têkoşîna hatibû dayin de pêş ket. Her ku çalakiyên serketî dihatin kirin, di nav eyaletê û derve de moral û coşa gerîla zêde dibû. Ji ber êrîşên gerîla di serî de dijmin ket nav psîkolojiyeke parastinê û şûnve jî, bi hin komplo û rêbazên qirêj xwest ji bo tolê rake darbê li me bixe. Ji hin çavkaniyên nêzî dewletê agahî hatin ku, wê operasyonek berfireh destpê bike. Li gorî ku me jî dişopand dijmin di nav liv û tevgerêkê de bû.

ME DIJMIN DIŞOPAND!

Di dawiya Tebaxê de Rêber Apo agirbest ji 1’ê Îlonê û şûnve dabû destpêkirin. Li ser vê biryarê gerîla jî ji rewşa êrîşê xwe kişand rewşa parastinê. Dijmin xwest vê weke firsendekê bi kar bîne û dest bi operasyonan kir. Ji bo bala me bikevê ser Feraşînê propagandayên operasyonan hatin kirin. Lê di rastiya xwe de dijmin li ser Elkê amadekarî dimeşand û bi hemû rêbazan dixwest li vê qadê darbeyê li me bide. Operasyon li Feraşînê hatibû destpêkirin, lê piştre berê operasyonê hemû dan ser Elkê. Texmîneke me ya wiha hebû. Ji ber êrîşa dijmin gerîla xwe di herêmê de belav kir û ji bo karibe, bi awayekî serbest tevbigere û darbe li dijmin bide ket nava liv û tevgerê. Li pêşiya Operasyona ku, qulipî Elkê du yekîneyên me hebûn. Yek ji van li Masîro dirawestiya, ya din ji li derdora gundê Ereban bû.

Ji ber ku operasyon li Feraşînê destpê kiribû, heya berê sibê ji haya tu kesî ji operesyona bi ser Elkê tune bû. Dema ku, sibehê hevalên keşfê derketin û şûnde haya me ji operasyonê çêbû. Operasyon li milê Elkê, Katoya Xelîla, Besta û Katoya Jîrka kiribû hedef û di nava çend saetan de ev herêm hemû weke ku ji nû ve bê dagirkirin leşker hatibûn bicihkirin. Dijmin ji bo operasyoneke serketî bide meşandin ji erd û asîman çi ji destên wê dihat dikir. Dema operasyonê destpê kir gerîlayên li herêmê li Masîro bûn. Taktîka wê demê cihê xwe diyarnekirin û xwe veşartin bû. Ji ber gerîla xwe veşart û operasyon pêşwazî nekir, dijmin rasterast ket nuqteyên gerîla. Dijmin herêm bi giştî dabû ber xwe û derdora nuqteyên gerîla dorpêç kiribûn. Dema ku yekîneyên dijmin ketin nav nuqteyên gerîla yekser şer destpê kir û heya êvarî şer dewam kir. Di vî şerê dijwar de leşker wekî pez dihatin ser gerîla û wendahiyên mezin didan û tevî ku hemû teknîk bi kar dianîn jî gerîla vê rojê tu wendahî nedabû.

Dijmin çi qasî li beramberî gerîla wendahî didan har û dîn dibû. Ji bo tola xwe rake bi çek, bomba û topan êrîşî herêmê dikir. Tevî hemû teknîk û çekan jî dijmin encam bi dest nedixist û li beramberî gerîla hêza şer nekarîbû bi pêş bixe. Gerîlla şerekî giran û serketî dabû meşandin, lê pêwîst bû êdî xwe ji nav dorpêçkirina dijmin derxe û xwe bide cihekî stratejîk. Ji bo vê planê hin kemasî hebûn. Yek ji van kêmasiyên sereke nenaskirina herêma ku gerîla biçûyanê bû. Tê zanîn naskirina xwezayê ji bo serketina gerîla şertê bingehîn bû. Lê di vê rewşê de gerîla ji vî şansî mehrûm bû. Gerîlayan di nav xwe de gotin, “Heval kî herêmê nas dike” lê deng ji kesî derneketibû. Ev dihat wateya ku kes herêmê nas nake û lewma wê gerîla bê rêber bimeşe.

BÊ RÊBER GERÎLLA DIMEŞE!

Gerîla bê rêber girêdayî tecrûbeya xwe çembera dijmin şikand û xwe gihandin gundê Keleşê. Li nêzî gundê Keleş nuqteyeke ku, gerîlayan bi kar dianî hebû, hemû li wir kom bûn. Di dema xwe paşvekişandinê de ji ber ku gerîla hem zêde bi bêtêlê (telsiz) axaftin kir, hem jî zêde dîmen dan, ket kontrola dijmin. Çawa gerîlla gihişt nuqteta û şûnde heya serê sibê êrîşên dijmin berdewam kirin. Di destpêkê de dijmin tenê bi, teknîkê lê dida û neçû ser gerîla. Şer tevahiya rojê di navbera gerîla û teknîka dijmin de berdewam kir. Li hember teknîka dijmin berxwedaniyeke xurt a gerîla hebû. Dîsa çembereke mezin hatibû dayin, û xelasbûn hinekî zehmet bû. Cihê gerîla lê ketibû şer xwedî gelek zehmetiyan bû; ji ber zozanên heremê bi piranî bêdaristanin û tenê hinek şikêrên wê hebûn. Ji ber vê ji zêde rê dida ku kom ji çemberê derkeve. Ji ber sedema ku cihê gerîla ji şer û paşvekişandinê re ne xweş bû û dijmin teknîk pir bi kar dianî her diçû wendahiyê gerîla zêde dibûn.

RONAHÎ BI KED Û TEVLÎBÛNA XWE BÛ SEMBOLA GERÎLLA

Gerîllayên ku di nava çemberê de şer dikirin dizanîbûn xelas nabin; lê heya dawiyê bi qehremantî şer dikirin û şehîd ketin. Ji ber vê rastiyê di vê roja dîrokî de heta şehadetê jî berxwedaneke bêhempa hebû. Yek ji wan berxwedêrên bêhempa ji Hevala Ronahî (Andrea Wolf) bû. Ronahî bi eslê xwe ku Elman bû tevlî nava têkoşîna azadiyê bibû. Demek dirêj li Elmanya xebatên şoreşgerî kiribû û şûnde berê xwe dabû çiyayê Kurdistanê. Tevlîbûna Ronahî di nav xebatên gerîla da bi ser ket. Ji ber vê rastiyê Heval Ronahî di nava gerîla da wek mînakekê dihat nîşandan. Ji ber Ronahî bi eslê xwe ne Kurd bû, lê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn dikir û di hemû milan de berxwedan dida meşandin. Di nava hemû astengiyan de bêhempa dixebitî. Ronahî û gelek gerîlayên din di nava çalakiyê de rolên bi rûmet girtin ser xwe û berxwedaniyeke fedayiyane dan meşandin heta gihiştin asta şehadetê bê dudilî li ber xwe dan û têkoşiyan.

DEWLETA TIRK BI HOVÎTIYA XWE NIRXA MIROVATIYÊ BINPÊ KIRIBÛ

Di vê operasyona li ser gerîla de şer nêzî 5 rojan dewam kir. Di dema şer berdewam dikir de em wek taximek gerîla dûrî cihê şer bûn. Piştî 5 rojan û şûnde agahiya me ji hevdu çêbû. Di vî şerî de tenê 4 heval xilas bibûn. Li ser agahiyên van hevalan tekmîlên li ser bûyerê hatin dayîn. Di milekî de berxwedanek hebû û di dimilekî din de jî teslîmiyet û xiyanet hebû. Lê tevî lewazî û xiyanetê jî berxwedan li pêş bû. Ji ber vê rastiyê gelek şehadetên bêhempa çêbûn.

Piştî me agahî girt ku 24 heval şehîd ketine, em çûn cihê bûyerê ku cenazeyan kom bikin û me lêkolînkir. Lê tiştên me dîtin em matmayî hiştin. Ji ber ku dijmin li ser gerîla û herêmê teknîka ku, bi kar anîbû bêhed û bêhesap bû. Dijmin li ser cenazeyên gerîlayan hovîtiyek dijî nirxên mirovahiyê bi kar anî bû. Di heman demê de piştî şehadeta wan hevalan jî hovîtiyeke dij-mirovatiyê li hemberî cenazeyan pêk anîbûn. Bi piraniya cenazeyan lîstibûn. Hin cenaze parçe kiribûn, hinek ji van şewitandibûn. Dest, ling û guhên gelek hevalan jêkiribûn. Ez gerîla bûm lê wekî mirovekî bandora xwe li ser me kir. Lê di milên din de hêrs û kîna min li hemberi dijmin û hovîtiya wî zêdetir bibû. Bêrûmetiya dijmin hestên serketin û azadiyê zêdetir kiribû. Di wê bûyerê de me 24 heval şehîd dabûn. Ji ber cenazeyên hevalan zêde hatibûn parçekirin û belavkirin me nikarîbû em hemûyan komî ser hev bikin. Bi qasî ku me karîbû me komî ser hev kirin û di koncaleke şkeftekê de me veşartin.

ARTÊŞA TIRK HIQÛQA ŞERÊ NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE, BIRÎNDARAN JÎ DIKUJE

Çar pênc hevalên birîndar ên ku, ketin destê wan de bi êşkenceyê hatin şehîdkirin. Hevala Ronahî jî di heman bûyerê de birîndar ketibû destê artêşa Tirk. Beriya hevala Ronahî şehîd bikeve em demekê ligel hev mabûn. Hevaleke hem di pratîka xwe de, hem ji tevgera xwe pêşeng bû. Êrîşên dijmin li ser gel û gerîlla ji ber ku zêdebûn rewşa gerîla di aliyê derfetan de ne gelekî baş bû. Lê dîsa jî gerîlayên li derdorê Ronahî moral digirtin. Tevî ku bi xwe li karê tenduristiyê jî dikir, çeka BKC bi kar dianî. Li gorî ku me agahî girtin heval Rohanî di despêkê de şehîd nakeve, bi birîndarî dikeve destê dijmin û piştre şehîd dixin. Lê dîsa jî ji ber êşkence û bandoriya çekên giran cenaze nedihatin naskirin. Sedema vê ew bû ku, di milê psîkolojîk de bandorê li ser me çêbike. Cenaze bi temamî êdî nedihatin naskirin tenê mirov dikarîbû di milê fizîkî de wan nas bike, wek cil an jî ji bejna wan. Dijmin dikarîbû hevalên ketine destên wan qetil neke; ji ber teslîmiyet nepejirandin li hember wan hovîtî meşand. Di wê demê de şehadeta hemû hevalan bandor li hevalên eyaletê kir, lê herî zêde heval Ronahî bandor li me kir. Bawerbûna wê ya bi têkoşînê û bi Rêber Apo re her tim mînak bû.”