Gerîlayan Zeynep Kinaci bibîranî
Gerîlayan Zeynep Kinaci bibîranî
Gerîlayan Zeynep Kinaci bibîranî
Zeynep Kinaci bi navê kod Zîlan ku bi çalakiya ku di 30’ê hezîrana 1996’an de pêk anî navê xwe li dîroka azadiya kurd nivîsî, li Qadên Parastina Medya hat bibîranîn.
Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) li Qadên Parastina Medya merasîmek pêk hat û endama Konseya Komutaya HPG ûYJA-Starê Gulîstan Gulhan, endama Konseya YJA-Starê Norşîn Cudî, fermandara YJA-Starê Evîn Amed û Doza Welat tevli merasîmê bûn. Gulistan Gulhat di merasîmê de axivî û got bi çalakiya ku hevala Zîlan pêk aniye ji bo komploya navnetewî bûye bersivek mezin.
Gulhat balkişand ser terz û sekna fedayî ya Zeynep Kinaci û wiha got: “Rastiya Zîlanê îro jî xwe diparêze. Têkoşîna rizgariya demokratîk ya îro pêşketiye bi têkoşîna ku hevala Zîlan afirandiye jiyanê dibîne.
Gulhat got Kinaci hemû jiyan, kesayetî û hebûna xwe ji bo gel feda kiriye û got Zîlanê ne tenê çalakiyeke leşkerî pêk aniye, di heman demê de çalakiyeke ku malê hemû mirovahiyê bûye pêk aniye.
Piştî axaftina Gulhat, bîranîn bi bernameyên ku gerîlayan amade kiribû berdewam kir. Ligel koro, govend û helbestan skeç jî hatin pêşkêşkirin. Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo û Şehîd namirin’ bi dawî bû.