Gerîlaya PKK’ê Zîlan li Dûîsbûrg û Sydneyê hate bibîranîn

Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di sala 1996’an de li Dersimê li dijî artêşa Tirk çalakiya fedaî pêk anîbû, li Dûîsbûrg û Sydneyê hate bibîranîn.

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anî ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakiya fedaî li dar xistibû.

Bi dehan Kurdistanî tevlî merasîma bibîranînê bûn. Li eywana bibîranînê posterên Zeynep Kinaci, yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên gerîlayên PKK’ê yên şehîd hatin daliqandin.

Li ser navê KOMAW’ê û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku jinên li ser xeta Zîlanê dimeşin îro rêbertiyê ji jinên cîhanê re dikin.

SYDNEY

Li bajarê Sydney yê Avûstralyayê bi pêşengiya komîsyona jinan a Navenda Civaka Demokratîk a KURD NSW ji bo Zîlan merasîma bibîranê hate lidarxsitin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre axaftin hatin kirin û hate gotin ku bi saya Zîlan, têkoşîna jinan hatiye vê astê.

Li aliyê din hate gotin ku çalakiya fedaî ya Zîlan êrîşên tûnekirinê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pûç kiriye. Sînevîzyona ku qala têkoşîna Zeynep Kinaci û şervanên jinên Kurd dikir, hate nîşandan.