Gerîla Zagros li wargehê bi merasîmekê hat bîranîn
Gerîla Zagros li wargehê bi merasîmekê hat bîranîn
Gerîla Zagros li wargehê bi merasîmekê hat bîranîn
Gerîla Zagros (Misleh Kara) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di Yekemîn Salvegera Şehadeta xwe de bi merasîmekê hat bîranîn. Di bîranînê de mewlûd hat xwendin û der barê jiyan û têkoşîna gerîlla Zagros de axaftin hatin kirin.
Li wargehê bi munasebeta Yekemîn Salvegera gerîllayê HPG’ê Zagros (Misleh Kara) bi organîzasyona Saziya Malbatên Şehîdan û malbata gerîla Zagros duh saet 18.00’an bi tevlîbûna gelê wargehê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir û ji aliyê Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan Şaxa Mexmûr Mele Tofîq ve mewlûd hat xwendin. Piştî xwendina mewlûdê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hêlîn Erûh li ser giringî û nirxên şehîdan ên ji bo gelan axivî û wiha got: "Di vê mehê de gelek şehîdên me çêbûne, wek heval Sema, Zîlan û Zagros, em di kesayeta wan de hemû şehîdên di têkoşîna gelê Kurd de şehîd bûne bi bîr tînin. Em çi qasî biaxifin jî em nikarin heqê şehîdan bidin. Ji ber vê jî divê em li gorî tiştên ku şehîd ji me dixwazin bimeşin, daxwaz û xeyalên wan pêk bînin da ku em di bin barê wan de rabin û hêviyên wan pêk bîbin. Em ê çawa pêk bînin? Ne bi axaftina zêde, tenê bi hîn zêdetir kar, xebat û pratîkê mirov dikare bibe layiqî wan. Çawa Rêbertiya me dibêje, 'Şehîd fermandarê min in' di heman demê de şehîd rêber û fermandarê me tevan in. Di bîranîna her şehîdekî de em hemû şehîdan di dilê xwe de didin jiyandin."
‘JI BO GEL CANÊ XWE FEDA KIRIN’
Piştî axaftina Hêlîn Erûh, Rêhevalê gerîla Zagros ê têkoşînê, Xeyrî Garzan jî der barê jiyan, hevaltî û têkoşîna gerîla Zagros de axivî û wiha got: “Di sala 2012’an de pêvajoya azadiya Rêber Apo û Kurdistana xweser dest pê kir. Li ser vê bingehê li çiya, bajar, deştên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bi awayekî qehremanî şerekî dijwar hat meşandin”
‘ŞEHÎD BÛN SEDEM KU PÊVAJOYA ÎRO BÊ DESTPÊKIRIN’
Garzan destnîşan kir ku gerîla Zagros têkoşerekî berxwedêr bû û wiha berdewam kir, “Di temenekî biçûk de di bin tang û topên dijmin de, di hembêza dayika xwe de di nav şertên dijwar de sînor derbas kirin û bûn penaber. Bi girtina Rêbertî re li ser esasê dirûşmaya ku bû wek felsefeyekê; ‘Yan em ê bi Rêber Apo re azad bijîn, an jî em ê cîhanê bi serê we de hilweşînîn’ tevlî nav refên gerîla bû. Di dema ku li hemberî tevgera azadîxwaz a Kurdistanê şerê xiyanetê dihat meşandin, li serê çiyayên Kurdistanê têkoşîn kir, rêya qehremantiyê hilbijart û berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevalê Zagros li Garzanê fermandar bû, li Botanê rêhevalekî hêja, li Qendîlê li hemberî xiyanetê berxwedêrek û li Zagrosê têkoşerekî fedayiyane bû.”
Li ser navê malbatê jî dayika gerîla Zagros Zeyneb Kara ku bixêrhatina hemû kesên tevlî merasîma bîranînê bûn kir û da xuyakirin ku ew weke malbat bi şehadeta kurê xwe serbilind in û ew ê şopdarên doza wî bin.
Birayê Zagros jî di merasîmê de axivî û got ew ê tu carî dest ji doza xwe bernedin.
Piştî axaftinan der barê jiyan û têkoşîna gerîla Zagros de sînevîzyona ku hatibû amadekirin hat temaşekirin. Paşê xwarina mewlûdê hat xwarin û merasîm bi dirûşmaya “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.