Gerîla welat ji aliyê hezaran ve hat definkirin

Gerîla welat ji aliyê hezaran ve hat definkirin

Gerîlayê HPG’ê Osman Bozkuş (Welat Serhat) ku sala borî li Geverê li qada Geliyê Dostkî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlibûna hezaran kesî hate definkirin.

Cenazaye Bozkuş li Sancaktepe bi merasîmekê hat definkirin. Cenazeya Bozkuş ya li goristana Sarigazî hat definkirin bi hezaran kes tevlibûn û hevserokê BDP’a Stenbolê Arîfe Çinar, endamê BDP PM Roşan Işiktepe û hevserokê BDP’a Sancaktepe Engîn Aras û malata Bozkuş tevli bûn.

Beriya definkirinaê mala şînê li hat vedan. Posterên pêşengên Tevgera Azadiyê û Osman Bozkuş hatin daliqandin. Piştî serdan şînê ji bo nimêja şînê li ber mizgefta Sarigazî meşek hat lidarxistin.

Engîn Aras axaftine kir û got şehîdên kurdistanê rumeta gelê kurdin û got ew dê têkoşîn wan bidomînin.

Arîfe Çinar jî got gelê kurd di seranserê dîroka xwe de rastî komkujî û zilmê hatiye û got îro li her çar parçeyên kurdistanê têkoşîneke mezin tê dayîn.

Piştî meşê girse tevli mewluda ji bo Bozkuş hat dayîn bûn.