Gerîla Egîd li wargehê hat bîr anîn

Gerîla Egîd li wargehê hat bîr anîn

Gerîla Egîd (Mehmûd Tang) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo gerîla Egîd yê di 13'ê Tebaxa sala 1998'an li Tepê Aslan yê herêma Gareyê di encama pevçûnekî di navbera gerîlayên PKK'ê û artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da bû, li wargehê bi organîzasyona Saziya Malbatên Şehîdan û malbata gerîlla Egîd duh saet 18.00’an bi tevlîbûna gelê wargehê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Merasîm, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî Sîdar di merasîmê de axivî. Sofî, di axaftina xwe de bal kişand ser jiyan û têkoşîna gerîla Egîd û wiha got: “Bêguman her şehîdek careke din me şiyar dike û vedixwîne ser erk û berpirsiyariyên me yên demê û dîrokê. Ji ber ku şehîd jiyanekî nû ya ku em têde azad bijîn di afirîne."

EGÎD DI BAXÇEYÊ ŞEHÎDAN DE WEKE GULEKE RENGÎN E

Piştî axaftina Mamoste Sofî, Endamê koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk Cîhan Eren jî di axaftina xwe de li ser jiyana şehîd û girîngiya şehîd a ji bo gelan axivî û wiha got: "Di jiyana mirovan de hinek taybetmendî û pîvan hene ku mirov li ser lingan digire, di mirovan de hêz dide çêkirin. Wekî ku tê zanîn di civaka me ya Kurdan de mijara herî hessas a em nêzîk dibin, mijara herî zêde civaka me li ser lingan digire û zindî dike bîranîna şehîdan e. Pêwîst e em her tim tişta ku şehîd ji me dixwaze ji bîr nekin û em her dem wan bi bîr bînin. Eger gelek bîranîna şehîdên xwe, armanca şehîdên xwe tişta ku şehîd ji bo wan canê xwe daye ji bîr bike wê xwe wenda dike. Ew civaka ku wan wenda bike nikare tiştekî bi dest ji bixe. Tişta ku îro me li ser lingan digire û dikare me bîne cem hev rastiya şehîdan e." Eren, di berdewamiya axaftina xwe de der barê gerîla Egîd de wiha got: "Hevalê Egîd jî dilopek ji zeryaya şehîdên Kurdistanê ye. Hevalekî hêja ye, di nava baxçeyê şehîdên Kurdistanê de weke guleke rengîn e."

‘EZ SOZ DIDIM TE JI TE RE BIBIM EGÎD’

Li ser navê malbatê jî bavê Egîd, Ehmed Brahîm bixêrhatina hemû kesên tevlî merasîma bîranînê bûn kir û da xuyakirin ku ew weke malbata Egîd bi şehadeta kurê xwe serbilind in û ew ê şopdarên doza wî bin. Her wiha dayika Egîd, Dayik Sosin jî li ser şehadeta kurê xwe got: "Egîd ne şehîdê me tenê ye, şehîdê hemû gelê Kurd e. Serê Rêber Apo û yê gelê Kurd sax be, em ê şopdarê doza wî bin."

Dayik Sosin herî dawî jî bîranînek kurê xwe bi vî rengî anî ziman: "Egîd hîn biçûk bû, rojekê min teyb vekir, strana ku li ser hevalê Egîd (Mahsum Korkmaz) hatibû gotin min guhdar dikir. Piştî stran bi dawî bû min ji xwe re got: ‘Xwezî Egîdekî min ê wekî te heba.’ Wê demê Egîd li rex min bû, ji min re got, ‘Dayê ez soz didim ji te re, ez ê bibim wekî hevalê Egîd.’”

Piştî axaftinan, xwarin hat xwarin û merasîm bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

13’ê TEBAXÊ...

Gerîla Egîd di 13’ê Tebaxa sala 1978’an li gundê Bileh ê bi ser navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bû. Di 13’ê Tebaxa sala 1993’yan li gundê Bileh tevlî nav refên gerîla dibe, di 13’ê Tebaxa sala 1998’an di encama şerekî dijwar ê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk ku bi hevkariya hêzên Başûr re tevdigeriyan li Garê Tepê Aslan jiyana xwe ji dest da. Di wê demê de ji ber şert û mercên dijwar ên şer cenazeyê gerîla Egîd ji aliyê hevalên wî hatibû veşartin. Îsal di 16’ê Hezîranê de cenazeyê Egîd ji aliyê gerîla û malbata wî ve bi merasîmekê li cihê lê veşartî hat derxistin û li Goristana Şehîdan a Garê hate veşartin.