Gerîla Bîlal Saridaş hate bîranîn

Li banliyoya Drancy a Parîsê, yek ji gerîlayên HPG'ê Bîlal Saridaş (Serdem) hate bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Bîlal Saridaş (Serdem) ku 27'ê Mijdarê li Dersimê tevî 3 hevalên xwe şehîd bû, li Mala Pazarcix Elbîstan a li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê hate bîranîn.

Gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn. Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan li vir axivî û anî ziman ku herêma Mereşê yek ji navendên destpêkê yê rêxistinbûna PKK'ê ye û got, "Yek ji şehîdên destpêkê yên jin ê tevgerê Besey Anûş e. Têkoşîna wê îro ji aliyê Serdeman ve tê meşandin."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE, LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN'

Zeynel Eren jî ku kurê wî di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bû, qala mîrateya dîrokî ya Mereşê kir. Eren bi bîr xist ku salvegera komkujiya Mereşê nêz e û got, "Ji Besey Anûşan heta Engîn Sînceran, ji Halîl Şahînan heta Mûstafa Yondeman, bi xeleka berxwedanê ya şehîdan PKK gihîştiye vê rojê. Xeleka dawî ya vê zincîrê jî Serdem e. Gelê me yê piştî komkujiya Mereşê hatin sirgûnkirin û berê xwe dan Ewropayê divê zanibin ku îro li dijî nirxên gelê me Û çanda me şer tê kirin. Ya ku dikev ser milê me ew e ku hê bêhtir xwedî li nirxên xwe derkevin, xwedî li mîrateya ku şehîdan ji me re hiştiye derkevin."

Bi navê TJK-F jî Jiyan Ege peyivî û got, "Di hiş û mejiyê civaka Mereşê de êşên gelekî mezin û berxwedanên gelekî mezin hene. Hevalê Serdem ku 12'ê Îlona 1980'ê ji dayik bû, tevî ku dir oja darbeyê de ji dayik bû, xwe ji wê cîhanê nedît. Karaktera berxwedanê ya civakê hilbijart û di 27'ê Mijdarê de bû hevrêyê stêrkan."

Di merasîma bîarnînê de hevalê dibistanê yê gerîla Bîlal Saridaş qala wî kir. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê qediya.