Gergerlîoglû: Wê berxwedana me bidome
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlementeriya wî hatibû desteserkirin got, “Dibe ku derbarê me biryarên neheq bidin lê me bi berxwedana xwe nîşanî hemû kesan da ku em mafdar in.”
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlementeriya wî hatibû desteserkirin got, “Dibe ku derbarê me biryarên neheq bidin lê me bi berxwedana xwe nîşanî hemû kesan da ku em mafdar in.”
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlamenteriya wî hatibû desteserkirin li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê da.
Parlamenterên HDP’ê, Seroka Giştî ya EGÎTÎM-SEN’ê Necla Kûrûl û Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn tevlî daxuyaniyê bûn.
Gergerlîoglû diyar kir ku ew roja 15’emîn a Nobeta Edaletê de ne û derbarê pêvajoyê agahî da.
‘BERXWEDAN WÊ ME BIBE SERKETINÊ’
Gergerlîoglû diyar kir ku wan berxwedaneke sivîl a serkeftî kirine û got “Me berxwedaneke xurt sivîl kir û me peyam da Tirkiye û raya giştî ya dinyayê. Divê ev çalakî bihata kirin. Li dijî desteserkirina îradeya gel, ev berxwedaneke min û ya partiya min bû. Berxwedaneke sivîl û pasîf bû lê bandoreke mezin çêkir. Dibe ku derbarê me biryarên neheq bidin lê me bi heqê xwe yê berxwedanê nîşan da ku em mafdar in.
Îro li meclîsê şermek heye. Di salên 1994 û 1999’an de li meclîsê bera dû parlementeran dan û ev şerm e. Li ser kaxizan parlementeriya min hatibe betalkirin jî li gorî min ez parlementerê vî gelî me. Dibe ku heta çend rojan min têxin girtîgehê lê qonaxa dawîn Dadgeha Destûra Bingehîn e. Dadgeha Destûra Bingehîn hê bersiv nedaye serlêdana me. Me du caran serî li wan dane. Serlêdana me ya ji ber desteserkirina parlementeriyê îro hate redkirin, îcar em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bixin.”