Ger tu dixwazî bi kurdî îfade bidî divê ku kurdbûna xwe piştrat bikî!

Ger tu dixwazî bi kurdî îfade bidî divê ku kurdbûna xwe piştrat bikî!

Hevserokê BDP’a Mêrdînê Şaban Karakaş ku der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji bo îfadeyê bide çû Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê, daxwaz kir ku bi kurdî îfadeya xwe bide. Lê vir ji ber vê rastî heqareta polîsan hat. Ji Karataş hat xwestin ji bo ku bi kurdî îfade bide divê pêşî kurdbûna xwe piştrast bike.

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê di 22’ê cotmeha 2012’an de ji bo piştiya ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de bûn daxuyanî hat dayîn û der barê daxuyaniyê de lêpirsîn hat vekirin. Di çarçoveya lêpîrsana hat vekirin de Şaban Karakaş çûn Midûriyeta Polîsan û jê hat xwestin îfadeyê bide. Karakaş ku îfade da hîn ku der barê wî de bi îdiayên ku ‘rêxistin parastiye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ lêpirsîn hatiye vekirin. Ji Karataş hat xwestin kul i Midûriyeta polîsan îfadeyê bide. Karakaş xwest îfadeya xwe bi kurdî bide.

Li gorî agahiyan polîsekî Midûriyeta Polîsan ji Karakaş re gotiye: “Tu îdia dikî zimanê te kurdî ye û dixwazî bi kurdî îfade bidî, ji bo vê divê pêşî tu kurdbûna xwe piştrast bikî.” Karakaş polîsan bi kurdî îfadegirtin red kirine û rastî bertekên tund yên polîsan hatine. Karakaş wiha got: “Niha der barê min de 19 doz hatine vekirin. Min li hemû dadgeha jî bi kurdî îfade da. Ez cara yekemîn rastî heqeratek wisa hatim. Min di kurdî de israr kir. Piştre ez bi binçakvirinê tehdît kirim.”

KURDBÛNA XWE PIŞTRAST NEKIRIYE!

Di girteka midûriyetê de wiha tê gotin: “Dema ji Mehmet Şaban Karakaş îfade hatiye xwestin, Karakaş îdia kiriye kiriye ku bi zimanê kurdî îfade bide. Ji wî hatiye xwestin ku der barê ispatkirina zimanê xwe de belgeyekê nîşan bide, lê belgeyek nîşan nedaye.Ji ber vê yekê em li Dozgerê Talîmatê yê Mêrdînê Ozden Hacioglu geriyan. Ligel ku Karakaş tirkî dizane û dixwaze bi kurdî îfade bide, tu karûbarên îfadegirtinê pêk nehatiye.”