Generalê ku pesnê wî didan, bû darbekar

Generalê ku medya AKP'ê ji ber komkujiyên li Sûr û Cizîrê pesnê wî dida, bû darbekar.

Di nava kesên ji ber hewldana darbeyê hatin binçavkirin de Fermandarê Artêş 2. Orgeneral Adem Hûdûtî jî heye.

Hûdûtî hê beriya demeke nêz, ji aliyê ye ji organên çapemeniyê yên medya AKP'ê A Haber ve, ji ber komkujiyên li Sûr û Cizîrê kiriye, weke qehremanekî dihat dîtin. Hûdûtî ku ji şewitandina sivîlan a li jêrzemînan berpirsyar e, ji ber ku di nava hewldana darbeyê de cih girt, wê weke xayinê welêt bê darizandin.