Gemariya hewayê sedema kanserê ye

Gemariya hewayê sedema kanserê ye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî û Ajansa Lêkolînên Kanserê ya Navneteweyî (IARC) dan xuyakirin ku gemariya hewayê sedema kanserê ye.

Weke sedema gemariya hewayê jî, egzosên wesayîtan, santralên enerjiyê, madeyên kîmyewî yên di karên çandinî û pişesaziyê de tên bikaranîn û sotemeniyên li malan ji bo germê tên bikaranîn, hatin nîşandan. 

Di daxuyaniyê de ne tenê gemariya hewayê, di heman demê de dûxana tûtinê jî di heman kategoriyê de hat nirxandin.

Hat ragihandin ku tê zanîn gemariya hewayê rê li ber nexweşiyên pişik û dil vedike û delîl hatine peydakirin ku êdî ev yek dibe sedema kanserê.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku tê texmînkirin hejmara mirovên di sala 2010'an de ji ber gemariya hewayê bi kansera pişikê ketine 223 hezar e. Hat ragihand ku rîska peydabûna kansera pişikê zêde bûye û bûye sedema mirina zû ya 3,2 mîlyon mirovan.

Tê texmînkirin ku zêdeyî nîvê mirinên ji ber gemariya hewayê li Çîn û welatên Rojhilatê Asyayê rû dane.