Gelo pevçûna AKP-Cemaetê xwe gihand nava artêşê?
Gelo pevçûna AKP-Cemaetê xwe gihand nava artêşê?
Gelo pevçûna AKP-Cemaetê xwe gihand nava artêşê?
Li dû jiwezîfegirtinên li nava emniyet û dadgeriyê yên piştî operasyonên nelirêtî û bertîlê, zêdeyî 30 sûbay û astsûbayên di bin sîwana Hêzên Çekdar ên Tirk de, hatin derxistin.
Hat îdîka kirin ku artêşê nivîsek ji zêdeyî 30 sûbay û astsûbayan re şandiye û ji wan xwestiye ku heta 2'ê Çileya 2014'an têkiliya xwe ya bi artêşê re qut bikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê, di nivîsa ji sûbay û astsûbayan re hatiye şandin de sedema îxraçkirina ne doza Sîxuriya Leşkerî, "bê dîsîplînî" hatiye destnîşankirin.
Ev nûçe li demeke heman piştî civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) ya 26'ê Kanûnê roja Pêncşemê rast hat. Di nava ê rageşiya mezin a bertîl û nelirêtiyê de hatibû diyarkirin ku di civîna MGK ya 3,5 saetan de bûyerên li Sûriye, Rojhilata Navîn û wlatên Afrîka Bakur hatine nirxandin.