Gelo êrîşên hewayî, ji bo nixumandina hejmara leşkerên mirî ye?

Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk li ser hev daxuyaniyan dide û îdîa dike ku di her operasyona bi balafirên şer de 80-100 gerîla jiyana xwe ji didin.

Beriya her tiştî divê em bi vê xusûsê zanibin; roketên diçin hedefa xwe yên weke cebilxaneya bi aqil tên binavkirin, ne li dijî mirovan. Cûreyeke bombeyê ye ku li dijî girseya gel an jî wargehekê ye. Lewma, dema ku li bejahî ya jî herêmeke çiyayî tê bikaranîn, ev nayê wê wateyê ku ji sedî sed encamê bi dest dixe. Bêguman encameke xwe heye, lê belê encameke misoger nîne. Artêşa Tirk li dijî her gerîlayekê/î bi balafirên şer zêdeyî bombeyekê bi kar tîne. Di asta ku karibe welatekî serûbin bike, bombeyan bi kar tîne. Lê belê ligel vê yekê jî eger hê jî gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî artêşa Tirk dikarin çalakiyan bikin, wê demê bomberdûmana tê kirin berevajî îdîayên fermandariya giştî encamê bi dest naxin.

Bi salan e li Kurdistanê şerekî navxweyî heye û di vî şerî de ji her du aliyan windahî hene. Lê belê di rewşa heyî de li gorî teknolojiya tê bikaranîn, windahiyên gerîla zêde nîne. Em hemû pê zanin ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kengî şehîdên xwe çêbû, eşkere kiriye. Lê heman tiştî mirov nikarin ji bo artêşa Tirk bêjin.

Nûçeyeke çend roj berê di ANF'ê de hate weşandin, nîşanî me da ku artêşa Tirk dest ji fihêlê xwe yê ji bo veşartina hejmara leşkerên xwe yên mirî, bernedaye.

Di nûçeyê de bal dihate kişandin ser vê îdîayê: "Wesayitên leşkerî yên ji Wanê diçûn navçeya Gever a Colemêrgê, qeza kirin û di encamê de 15 leşker birîndar bûn."

Hefteya derbasbûyî jî artêşa Tirk der barê mirina leşkerî de gotibû "Ji kendêl ketiye". Îdîa kiribû ku leşker Yûsûf Demîryurek li kendalekî li navçeya Çelê wer bûye. Ev nûçe bi tena serê xwe nîşan dide bê artêşa Tirk ji bo veşartina mirina leşkerên xwe zemîneke çawa amade dike.

Li Kurdistanê, kengî leşkerek bimire, ev yek teqez ji şer cuda nîne. Lê belê, ji ber peymana ku leşkerên li Kurdistanê tevlî operasyonan dibin îmze kirine, dema ku di şer de dimirin ji raya giştî re nayên eşkerekirin. Dema bê eşkerekirin, malbatên wan ji mafên 'şehîd û xaziyan' bêpar dimînin. Ji prîma serê her operasyonê û mafê tazmînatê yê ji malbatan re tê dayin jî bê par tên hiştin.

Artêşa Tirk bi leşkerên ku di vê çarçoveyê de perwerde û amade kiriye li Kurdistanê şer dike. Lewma nûçeyên her roj di çapemeniyê de bi awayê "leşker ji zinar ketiye, ya jî di qezaya trafîkê de ewqas leşker mirine, birîndar bûne" tên weşandin, rêbazeke ji bo nixumandina hejmara leşkerê li Kurdistanê di şer de mirine. Ev ne cara yekê ye, ne jî ya dawî ye.

Êrîşên hewayî bêyî ku li cih bê lêkolînkirin û lêpirsîn, hemû daxuyaniyên tên dayin dûrî ji rastiyê ne. Ti artêşeke li cîhanê, bêyî ku li herêma operasyon lê hatiye kirin lêkolîn bê kirin, agahî nayê parvekirin. Eger li gorî îdîaya artêşa Tirk di her êrîşa hewayî de 80 ya jî 100 gerîla jiyana xwe ji dest didin, wê çaxê çawa dibe ku PKK sala xwe ya 40. pîroz dike! Eger ev daxuyaniyên tên dayin rast bûna, pîrozkirina sala 40. li aliyekî, PKK niha 40 caran qediya bû.