Gelo çi li 17 kêliyê dîmenên înfaza Elçî hatiye?
Di dîmenên ku têkîldarî dema qetilkirina Tahîr Elçî ku bi du kamerayên cuda hatine kişandin hate îdiakirin ku dîmenên 17 kêlî tine ye.

Di dosyaya têkîldarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê 28'ê Kanûnê hate qetilkirin de dîmenên du kamerayên ji aliyê Midûriyeta Şaxa Wêne û Fîlmê ve hatine kişandin derketin holê. Di dîmenên ku bi du kamerayên cuda ve hatiye kişandin de têkîldarî dema qetilkirina Tahîr Elçî dîmenekî 17 kêlî tuneye.
Polîsê ku dîmen kişand di îfadeya xwe de got ku ji ber heyecanê ji qeydê derketiye, rayedarên Baroya Amedê jî diyar kirin ku dema ku dengê çekê tê qeyd hatiye birîn û ji ber vê yekê jî bi guman in. Di dîmenê kameraya yekemîn de dema ku kesekî pîr diaxivî dengê çekan tê û Elçî ber bi cihê ku deng tê dinêre. Piştî ku dengê çekan zêde dibe Elçî ber bi Balikçilarbaşi dinêre û dema ku kesê pîr diçe jî qût dibe. Di herdu dîmenên ku ji aliyê şaxa navborî ve hatiye kişandin de jî dema qetilkirina Elçî tuneye.
Dema ku dengê çekan tê qeydên kameraya polîsan tê birîn, piştî 17 saniye 2 ciwan li qiraxa Mînareya Çarling derbas dibin ev di dîmenan de tê dîtin. Piştî ku Ugur Yakişir baz dide û diçe 3 kêlî şûn de li erdê cenazeyê Elçî di dîmenan de tê dîtin. Di dîmenên kameraya Şaxa Îstixbaratê ya di dosyaya lêpirsînê de jî dîmen piştî bûyerê destpê dikin.